Di rapora leşkerê kurd de gumana ‘cînayetê’ 2021-01-24 10:55:29   STENBOL – Di rapora leşkerê kurd Mehmet Araz ku bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dabû de hat diyarkirin ku di qevdên her dû destên wî de jêkirin hebûne. Bavê Araz Hasan Araz, diyar kir ku ev tespîta otopsiyê nîşan dide ku kurê wî bi îşkenceyê hatiye kuştin.    Mehmet Araz (23) ê ji navçeya Qaxizmanê ya Qersê ku li navçeya Babaeskî ya Kirklareliyê leşkerî dikir, di 12’ê gulana 2020’an de bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dabû. Wê demê têkildarî mirina Araz ji aliyê rayedarên leşkerî ve hatibû daxuyandin ku Araz rojek berî ku jiyana xwe ji dest bide çûye nexweşxaneyê û rojek şûnde li avahiyeke xerabe întihar kiriye.    NIVÎSA ÎNTIHARÊ   Piştî bûyerê malbata Araz, bi şopên li ser laşê wî tespît kiribûn ku milê kurê wan bi hev ve hatiye girêdan û ji gelek cihan ve hatiye derpkirin û li Serdozgeriya Komarê ya Babaeskiyê gilî kiribûn. Di pêvajoya ku lêpirsîn didomiye de nîvîsa întiharê ku tê angaştkirin ji aliyê Araz ve hatiye nivîsandin li dosyayê hat zêdekirin. Miduriyeta Laboratûvara Polisan a Krîmînal a Stenbolê, biryar da ku ev nivîs ji aliyê Araz ve hatiye nivîsandin. Lê parêzerê malbata Araz vê biryarê qebûl nake û îttîraz kiriye.    RAPORA OTOPSIYÊ   Di dosya ku heta niha tu peşveçûn çênebûye de rapora otopsiyê ya ji aliyê Daîreya Pisporiyê ya Morga Stenbolê ya Saziya Tipa Edlî ya Wezareta Edaletê ve hatiye amadekirin jî li dosyayê hat zêdekirin. Di raporê de hatiye tespîtkirin ku li laşê Araz gelek birîndarî û texrîbat hene û ev agahî tên dayîn: “Di qevdên her dû milên wî de jêkirin hene. Ji ber birîndar û şikandinên ku di laşê wî de çêbûne xwîn çûye ser mêjiyê wî û jiyana xwe ji dest daye.” Lê têkildarî sedemên van birîndarî û texrîbatan bi tu awayî agahî nehatine parvekirin. Ev jî gumanên malbata Araz zêde dike.    ÎTTÎRAZA PARÊZER   Parêzerê malbatê Cesîm Parlak, diyar kir ku rapor kêm hatiye amadekirin û bi daxwaznameyekê serî li Serdozgeriya Komarê ya Babeskiyê da û raporê îttîraz kir. Parlak, di daxwaznameyê de kêmasiyên raporê rêz kiriye û destnîşan kiriye ku ji ber kêmasiyên heyî ew raporê qebûl nakin û xwestiye ku kêmasiyên raporê bên derbaskirin û sedemên  birîndariyên li laşê Araz bên aşkerakirin.    GELO SER BÛYERÊ TÊ VEŞARTIN?   Bavê Araz Hasan Araz jî destnîşan kir ku bi aşkerabûna rapora otopsiyê re gumanên wan ên kuştinê û veşartina ser bûyerê zêde bûne û wiha got: “Beriya niha leşkeran ji min re gotibûn ku kurê te întihar kiriye. Lê di raporê de bi awayekî zanebûn nehatiye diyarkirin ku kurê min çawa miriye. Divê di raporên otopsiyê ev bê diyarkirin. Dema min kurê xwe li morgê dît, li qexdên destên wî şopên girêdanê hebûn. Di raporê de jî hatiye diyarkirin ku li qevdên destê wî şop hene. Lê sedemên van aşkera nekiriye. Ev jî piştrast dike ku kurê min bi îşkenceyê hatiye kuştin. Bi vê hewl didin ser bûyerê bigirin. Beriya niha bi nivîsê întiharê xwestin nîşan bidin ku kurê min bi întiharê jiyana xwe ji dest daye. Lê nivîsa întiharê ne ya kurê min e. Bi awayekî kurê min kuştin û niha jî dixwazin serê bigirin. Ez dixwazim berpirsyar bên darizandin.”   MA / Îdrîs Sayilgan