'Di şexsê parêzeran de civak tê tepisandin' 2021-01-24 09:28:50   KOCAELÎ - Parêzerê ÇHD'î diyar kir ku li Tirkiye û Azerbêcanê parêzer hedef tên girtin û di şexsê parêzeran de tê xwestin ku civak bê tepisandin.    Di sala 1977'an de li bajarê Madrîd ê Spanyayê, çar parêzerên sendîkayê û xebatkarekî ofîsê hatibûn kuştin. Ji wê çaxê ve 24'ê Çileyê wekî "Roja Parêzerên Di Xetereyê De" tê bibîranîn. Ev roj her sal diyarî parêzerên welatekî tê kirin. Îsal jî diyarî parêzerên Azerbêcanê hat kirin. Li Azerbêcanê parêzer bi zext û zoriyên dijwar re rû bi rû dimînin.    Cîgirê Serokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD) Ûmît Buyukdag, anî ziman ku ji ber ku li Azerbêcanê rêxistineke pîşeyî ya xurt tune ye, parêzer bi xetereyek mezin re rû bi rû ne. Buyukdag, anî ziman ku li Azerbêcanê hevpîşeyên wan tên astengkirin û car heye nahêlin têkevin hêwanên dadgehê jî. Umîtdag, diyar kir ku ev rewş dişibe rewşa li Tirkiyeyê ku 2-3 sal in ruxseta hevpîşeyên wan ên ciwan nayê dayîn. Buyukdag got: "Tekane serêderxistina bi vê re ne qebûlkirin e. Heger hûn mafdar bin û tişta li we tê ferzkirin bêhiqûqî be, divê hûn li ber xwe bidin. Gava hûn li ber xwe bidin dê destkeftiyên we çêbibin."    ARMNAC TEPISANDINA CIVAKÊ YE    Buyukdag, destnîşan kir ku ji roja roj de parêerên ku li gor îqtidaran parêzertiyê nakin hedef tên girtin û got: "Car heye parêzer bi girtîgehan, bi canên xw ebedêla vê didin. Lê belê gelek parêzer hîn jî vê kevneşopiyê didomînin. Gava hûn rabin û parêzeran bitepisînn, ev tê wateya ku hûn civakê ditepisînin. Di sala 1977'an de li Spanyyê, niha li Tirkiyeyê û Azerbêcanê jî ev didome. Li ku derê rejîmeke çewisîner hebe, li wê derê parêzer di şert û mercên xetere de karê xwe dikin."    Buyukdag, bilêv kir ku li Tirkiyeyê tê xwestin awayê parêzertiyê bê guhertin û got: "Gava dilê wan bixwaze li kesên ne li gor wan ceza dibirin. Îjar pîşeya li ber vê armancê radibe jî parêzertî ye. Lewma dixwazin navv vê pîşeyê vala bikin. Lewma bi zext û zorî bi ser parêzeran de diçin. Li Tirkiyeyê çendî zext hebin jî, lê di warekî de em biavantaj in. Rêxistinên me yên xwecihî xwedî hêza liberrabûnê ne."    Buyukdag, destnîşan kir ku îqtidar dixwaze pratîkeke parêzertiyê ya li gor wê hebe û bal kişand ser astengkirin, zext û zoriyên li ser vê parêzertiyê.    MA / Kadîr Guney