'Bi cezayê hepsa malê muxalifan ji civakê dûr dixin' 2021-01-24 09:24:55   MÊRSÎN - Serokê Baroya Mêrsînê Bîlgîn Yeşîlbogaz, diyar kir ku di darazê de ji bo biryaran standardeke dumenî heye. Bîlgîn, ji bo cezayê hepsa malê ku di demên dawî de li muxalifan tê birîn jî got: "Armanc, dûrxistina ji civakê û çalakiyan e."    Di 14'ê Çileyê de 12 bajaran li hemberî rêvebir û endamên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) operasyon hatibûn kirin û di van operasyonan de 47 kes hatibûn binçavkirin. Ji kesên hatibûn binçavkirin 5 jê hatibûn girtin û Hevseroka Giştî ya ESP'ê Parêzer Ozlem Gumuştaş û nûçegihana ETHA'yê Pinar Gayip jî di nav de li 5 kesan cezayê hepsa malê hatibû birîn. Di çarçoveya kontrolkirina edlî de yek ji bajarên ku herî zêde cezayê hepsî li kesan tê birîn jî Mêrsîn e. Li bajêr salê li 50-100 kes ev ceza tê birîn.    Serokê Baroya Mêrsînê Bîlgîn Yeşîlbogaz, ji bo vê rewşê destnîşan kir ku armanca vê muxalif ji civakê bên dûrxistin.    CEZAYÊN POLÎTÎK    Yeşîlbogaz, destnîşan kir ku ev ceza cezayekî polîtîk e û got: "Ji cezakirina rasteqîn wêdetir cezayekî din e.  Armanca cezayê bi vî rengî ew e ku kesên muxalif ji civakê û çalakiyan dûr bixin."    STANDARDA DUMENDΠ   Yeşîlbogaz, bilêv kir ku di darazê de standardeke dumendî pêk tê û got: "Asas di darazêde standardeke dumendî tune ye. Heger ev qanûn hebe û kes li gor şertên vê qanûnê be, daraz mecbûr e vana pîvanan ji bo her kesî pêk bîne. Li Tirkiyeyê pirsgirêka herî mezin a ku em pê re rû bi rû dimînin rêgeza wekheviyê ye. Gava tevdîra parastinê tê dayîn, pêşî li kesan mêze dikin û dû re li sûc mêze dikin. Ev li gor sûcan ne cihêkarî ye. Ev cara ewil di darizandina Erbakan de pêk hat. Erbakan bi awayekî cidî hatibû mehkûmkirin, lê ji ber ku temenê wî mezin bû cezayê xwe li malê kişandibû. Di wir de jî biryareke polîtîk hatibû dayîn. Wê çaxê ev yek ji bo gelek kesên şert û mercên wan wekî yên wî bûn, ev pêk nehat. Standarda dumendî bi vê dest pê kir. Ev yek niha jî didome. Hûn nikarin cihêkariyê têxin navbera kesan, hûn mecbûr in wekheviyê esas bigirin."    Yeşîlbogaz, destnîşan kir ku ev pêkanîn niha li Mêrsînê piranî ji bo tahdeya navmalî pêk tê û gava sûc aşkere dibe, li gor bertek û nerazîbûna civakê diguhere. Yeşîlbogaz, diyar kir ku halbûkî divê daraz beriya bertekan biryarê bide.    Yeşîlbogaz, anî ziman ku heya ku di darazê de standarda dumendî hebe, serketin ne pêkan e û got: "Di darizandina cezayî de hin sûcên bêbinî hene. Divê ev bê zelalkirin û mueyîdeyên wê cardin di ber çavan re bên derbaskirin. Mesela, têgihên pir ecêb hene; ên wekî 'ne endamê rêxistinê ye lê...' DMME'yê di biryara xwe de derbarê Atîlla Taş de, destnîşan kir ku îstnatkirina awayê sûc wekî wesifandineke di qanûnan de tune ye destnîşan kir. Divê ev tişt ji nav darizandina cezayî bên derxistin."    MA / Omer Akin