‘Divê îşkenceya tecrîdê ya Îmraliyê bi dawî bibe' 2021-01-24 09:20:32   WAN - Serokê ÎHD'ê ê Şaxa Wanê Mûrat Melet, destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan veguheriye "îşkenceyê" û got: "Heger ji fikr û pêşbîniyên Birêz Ocalan netirsiyane, dê bihiştana ku hevdîtinê bi malbata xwe û parêzerên xwe re bike."    Li girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatine destpêkirin, di roja 59'an de ye. Heya niha li 107 girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê heye û ji bo çalakiyê li gelek bajaran Komîsyona Şopandina Grevên Birçîbûnê hatine avakirin.    ‘TECRÎD ÎŞKENCE YE'    Serokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ê Şaxa Wanê Mûrat Melet, destnîşan kir ku gava kêr digihê hestî mirov bedena xwe didin ber mirinê. Melet, anî ziman ku tecrîda li ser Ocalan "îşkence" ye û got: "Girankirina şert û mercên tecrîdê, ne meseleyeke werê ye ku îqtidareke siyasî karibe bi tena serê xwe çareser bike. Di heman demê de veguheriye meseleyek navdewletî. Dewlet û pergalên u behsa demokrasî û mafên mirovan dikin, ev pirsgirêk a wan hemûyan e."    SEDEMÊN TECRÎDÊ    Melet, destnîşan kir ku gelek sedemên tecrîda li ser Ocalan hene. Melet, diyar kir ku bi tecrîdê tê xwestin ku fikir û pêşbîniyên Ocalan negihên mirovan. Melet, bilêv kir ku kesên tecrîdê pêk tînin ji fikirên Ocalan ditirsin û got: "Heger ji fikr û pêşbîniyên Birêz Ocalan netirsiyane, dê bihiştana ku hevdîtinê bi malbata xwe û parêzerên xwe re bike."    Melet, bilêv kir ku li girtîgehan dubendiyek heye. Melet, anî ziman ku divê mafên ku bi hezaran girtî jê sûdê digirin, Ocalan jî jê sûdê bigire û got: "Şert û mercên tecrîdê êdî veguherîne îşkenceyê. Lewma divê hemû dewlet têkevin dewrê û di vî warî de Tirkiyeyê hişyar bikin."    DAXWAZÊN REWA    Melet, bal kişand ser daxwazên çalakgeran jî û destnîşan kir ku daxwazên wan daxwazine rewa ne û got: "Divê daxwazên wan pêk bên. Em dixwazin rojek berî rojekê tecrîd û grevên birçîbûnê bi dawî bibin."    ‘NE DIJ QANÛNAN E'    Hevserokê HDP'ê yê Wanê Fîkret Dogan jî destnîşan kir ku daxwazên girtiyan ne dijî qanûnê ne û got: "Daxwazên wan derbarê girtîgehan û Girtîgeha Îmraliyê de ne. Demildest divê daxwazên wan bên qebûlkirin. Ji bo vê xebatên me jî hene. Berî ku pirsgirêkek rû bide divê daxwazên wan bên qebûlkirin."    Hevserokê Komeleya Alîkariya Bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TÛHAY-DER) a Şaxa Wanê Kinyas Başak jî bang kir ku tecrîd bi dawî bibe û daxwazên girtiyan bên qebûlkirin. Başak got: "Girtî daxwaza mafên xwe dikin. Em dixwazin demildest daxwazên wan bên qebûlkirin û grev bi dawî bibe."