'Em vê hişmendiya qedexekir û neqanûnî şermezar dikin' 2021-01-24 09:04:51   ŞIRNEX - Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozgûneş têkîldarî qedexeyên walîtî û qeymeqamtiyê de got: "Em vê hişmendiya ku li ser qedexeyan hebûna xwe didomîne protesto dikin. Ne rewa ye."    Walitiya Şirnexê ji sala 2019'an heta niha hemû çalakî û xwepêşandanên li bajêr kiriye. Her çi qas di van mehên dawî de qedexeyên walitiyê tune bin jî, lê ji bo qedexekirina çalakiyan wekî hincet şewba Covîd-19'ê tê nîşandin. Bi taybetî jî li herêmê hemû çalakiyên HDP'iyan tên qedexekirin û nahêlin ku HDP'yî li ber avahiya xwe jî daxuyaniyan bidin. Herî dawî îna borî HDP'yiyan xwest bi daxuyaniyekê balê bikşînîn ser grevên birçîbûnê, lê belê polîsan daxuyaniya wan asteng kiribû.    Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Şirnexê Hasan Ozgûneş derbarê van pêkanînan de axivî. Ozgûneş, diyar kir ku ew ê li dijî pêkanînên antî demokratîk têkoşîna xwe mezintir bikin.    'NE QANÛNÎ YE'   Ozgûneş, bilêv kir ku bajêr bi pêkanînên keyfî tê birêvebirin û wiha axivî: "Walî û qeymeqam bi awayekî kêfî hemû çalakî û şahiyan qedexe dikin. Bêgûman ev helwest, ne helwesteke qanûnî ye. Li gorî Qanûna Bingehîn ji bilî qada leşkeriyê, nexweşxaneyan û dibistanan mirov dikare li her her derî daxuyaniyên çapemeniyê li dar bixe. Ji xeynî van qadan hemwelatî, parlementer an jî girse li ku derê bixwazin dikarin li wê derê daxuyaniyên çapemeniyê li dar bixin. Erka rayedaran parastina asayîşê ye. Lê mixabin li Tirkiyeyê AKP û hevkarê wê MHP û Ergenekon demokrasî û qanûnê nas nakin û binpê dikin. Li dijberî vê li Tirkiyeyê pêkanînên diktator û faşîzan hene. Êdî baweriya civakê bi hiqûqê nemaye. Li Tirkiyeyê li ser navê hiqûq, demokrasî û azadiyê tiştek nemaye. Hemû daxwaziyên ji bo azadiyê û hemû çalakiyên demokratîk bi pêkanînên faşîzmê re rû bi rû ne. Em vê hişmendiya ku li ser qedexeyan hebûna xwe didomîne protesto dikin. Ne rewa ye. Li hemberî vê em ê li hemû qadên jiyanê alternatîfên xwe ava bikin û têkoşîna xwe mezin bikin."   'BI QEDEXEYAN DIXWAZIN EM Û GEL NEYÊN CEM HEV DU'    Hasan Ozguneş, di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku beriya her çalakiyê polîs pêşî avahiya dorpêç dikin û got: "Bi hincetên pûç hemû çalakiyên me tên astengkirin. Herî dawî me me xwest em li ber avahiya xwe daxuyaniyekê bidin çapemeniyê. Lê ew jî hat astengkirin û ketin derketina avahiyê hat astengkirin. Li hemberî girseya ku 50'î kesan pêk tê 150-200 polîs hatibûn. Erka hêzên ewlehiyê ne astengkirin e, tespîtkirin e. Me jî ev biryar nas nekir û em parlementerên herêmê em meşiyan. Bi van qedexeyan dixwazin ku hevdîtinên me yên bi gel re qut kirin."   BANGAWAZÎ   Ozguneş, destnîşan kir ku li dijî qedexeyan ew ê li qadan bin û got: "Li girtîgehan grevên birçîbûnê destpêkirin e. Pêwîste ku em zêdetir bibin dengê wan. Hewceye ku gel ji bo grevên birçîbûnê bi hêstiyarî tevbigere. Em ji bo ku dengê wan bidin bihîstin, em ê li qadan bin. Çi qasî asteng bikin jî em ê nesekin û hemû qadên jiyanê veguherînin qadên têkoşînê. "