ROJEVA 24'Ê ÇILEYA 2021'AN 2021-01-24 09:00:03   * Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozgûneş têkîldarî qedexeyên walîtî û qeymeqamtiyê de got: "Em vê hişmendiya ku li ser qedexeyan hebûna xwe didomîne protesto dikin. Ne rewa ye."    * 20 sal derbas bûn, lê hê jî aqûbeta Serokê HADEP'a Silopiyayê û rêvebirê navçeyê Ebûbekîr Denîz nediyar e. Heya niha kesek jî nehatiye cezakirin û dosye jî hatiye girtin.    * Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê, di bersiva xwe ya derbarê nelirêtiya di midûriyetên tapo û kadastroyê de hatine kirin, diyar kir ku di navbera 2010-2020'an de derbarê 4 hezar û 628 personelî de, di warê bertîlstendin, zîmet û hîlekirinê de lêpirsîn hatine destpêkirin.    * Li nûçegihanê DÎHA'yê ya bi KHK'ê hatibû girtin, Mazlûm Dolan 7 sal û 6 meh ceza hatibû birîn. Dadgehê biryara xwe ya derbarê cezakirinê de aşkere kir. Di biryarê de dîmenên ku dolan girtin û nûçeyên ku çêkirine bi îdiaya "weşanên li dijî dewletê" sûc hatine hesibandin.    * Serokê ÎHD'ê ê Şaxa Wanê Mûrat Melet, destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan veguheriye "îşkenceyê" û got: "Heger ji fikr û pêşbîniyên Birêz Ocalan netirsiyane, dê bihiştana ku hevdîtinê bi malbata xwe û parêzerên xwe re bike."    * Serokê Odeya Endezyarên Çandiniyê ya Şaxa Wanê Engîn Işik, destnîşan kir ku ji bo ku sektora çandinî û sewalvaniyê cardin bi ruh û can bibe, ewilî divê qedexekirina mêrgan bê betalkirin.    * Parêzerê ÇHD'î diyar kir ku li Tirkiye û Azerbêcanê parêzer hedef tên girtin û di şexsê parêzeran de tê xwestin ku civak bê tepisandin.    * Serokê Baroya Mêrsînê Bîlgîn Yeşîlbogaz, diyar kir ku di darazê de ji bo biryaran standardeke dumenî heye. Bîlgîn, ji bo cezayê hepsa malê ku di demên dawî de li muxalifan tê birîn jî got: "Armanc, dûrxistina ji civakê û çalakiyan e."    * Li gorî raporên ÎSÎG'ê di Kanûna 2020'an de 356 karker bûn qurbana kar. Di 2020'an de 2 hezar û 427 karker û di 8 salên dawî de jî bi giştî 14 hezar û 913 karker bûn qurbana kar.    * Nûnerên jin ên rêxistinên civakî, bernameya YOK'ê ya li ser fermana Serokomar Edogan amade kirin û Zanîngeha Jinan li bernameyê zêde kir bi tundî rexne kirin. Jinan destnîşan kirin ku gavek din li polîtîkaya dijminantiya jinê vekirin û gotin: “Li şûna kampusên bi ewle ava bikin, bi van zanîngehan bêtir jinan tecrîd dikin. Ev tecrîda di nava tecrîdê de ye."    * Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Garo Paylan, diyar kir ku bajarê herî zêde bandorê ji krîza aborî digire Amed e û got: "Heya ku pirsgirêka kurd çareser nebe û polîtîkayên cihêkariyê bi dawî nebin, xweşî nepêkan e."