Li Sêrt û Êlihê 66 herêm heya dawiya salê hatin qedexekirin 2021-01-23 15:56:25   SÊRT/ÊLIH - walîtiya Êlihê û Walîtiya Sêrtê, 66 herêmên dikevin sînorê bajêran heya dawiya salê bi hinceta "Herêna Ewlekariya Eskerî ya Demborî" qedexe kirin    Walîtiya Êlihê 58 û Walîtiya Sêrtê jî, 8 herêm bi hinceta "Herêma Ewlekariya Eskerî ya Demborî" qedexe kirin.    Walîtiya Sêrtê, di daxuyaniya da de, diyar kir ku 8 herêmên girêdayî navçeyên Berwarî, Dihê û Hewîlê heya dawiya dawlê weke "Herêma Ewlkeriya Eskerî ya Demborî" îlan kirine. Walîtiyê ev biryara xwe ya qedexeyê bi Qanûna Serokkomariyê ya Jimara 3399'an ve girê da.    Walîtiya Êlihê jî, daxuyaniyek da û got: "58 herêmên girêdayî navçeyên Sason, Heskîf û Hezoyê heya dawiya salê bi hinceta "Herêmên Ewlekariyê ya Demborî" qedexe kirine.