2 jê zarok 3 welatiyên Til Rifatê di êrîşa Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest dan 2021-01-23 15:43:50 NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên çekdar ên girêdayi Tirkiyeyê, bajarê Til Rifatê dan ber topên hawanan. Di êrîşê de 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 6 sivîl jî birîndar bûne. Li gorî Ajansa Nuçeyan a Hawarê (ANHA) Hêzên Çekdar a Tirk (TSK) û komên çekdar ên girêdayî wê Til Rifat da ber topên hawanan. Li gorî agahiyên pêşî 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 6 sivîl birîndar bûne. Hat zanin ku kesên jiyana xwe ji dest dane 2 jê zarok û yek jî jin e. Kesên jiyana xwe ji dest dan wiha ne. Macid Yasır Segran (8 salî ye), Ebdulmehsin Segran (12 salî ye) û Nazdiyê Mihemmed Mistefa.