Ciwanên HDP'î: Ji Birêz Ocalan re azadî 2021-01-23 14:52:15   STENBOL - Endamên Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi boneya tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe û Ocalan azad bibe, li ser dîwaran "Ji Birêz Ocalan re Azadî" û "Deng bidin dengê zindanan" nivîsandin.    Endamên Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi boneya balê bikişînin ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û azadiya Ocalan bixwazin li ser dîwaran nivîs nivîsandin. Ciwanan li taxên Haci Ahmet û Tarlabaşi yên Navçeya Beyoglu ya Stenbolê nivîsên "Ji Birêz Ocalan re Azadî" û "Deng bidin dengê zindanan', “Ya mirin yan azadi”, “Ji tecrîdê re bes e" û “Bê Serok jiyan nabe” niv^Fisandin.