Ji bo girtiyê nexweş Guler ê 81 salî banga berdanê 2021-01-23 13:27:28   ENQERE – Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî, ji bo girtiyê nexweşîna giran Siddik Guler ê 81 salî ku nikare di girtîgehê de bi tena serê xwe debara xwe bike, banga lezgîn a serbest berdanê kir   Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî, bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweşên giran, di çalakiya xwe ya hefteya 333’emîn de vîdeoyek weşand. Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Nûray Çevîrmen, li ser navê înîsiyatîfê daxuyanî da û bal kişand ser rewşa girtiyê 81 salî Siddik Guler ê 24 salin girtiye.   NIKARE DI GIRTÎGEHÊ DE BIMÎNE   Çevîrmen, da zanîn ku gelek nexweşiyên Guler ên giran hene û wiha axivî: “Guler ji ber kalbûn û nexweşiyên xwe yên giran nikare di girtîgehê de jiyana xwe dewam bike.  Ji bo ku Guler bê tedawîkirin, divê li nexweşxaneyeke taybet bê razandin. Revîra girtîgehê ji bo nexweşiyên wî nabe çareserî. Malbata Guher herî da di 21’ê Çileya 2021’an de hevdîtina telefonê pê re kirin. Malbatê da zanîn ku nedikarî nefesê bide û bistîne, rewşa wî giran bû. Ji xwe di hevdîtina malbatê ya herî dawî ya sala 2019’an de, li ser sandelyeyê bi tekerlik anîn salona hevdîtinê. Ji wê de vê êdî nedikarî bimeşe.”   DAXWAZA BERDANÊ   Çevîrmen, dest nîşan kir ku Guler nikare di girtîgehê de bijî û ev bang kir: “Guler pir kal bûye. Rewşa tenduristiyê wî jî giran bûye. Mafê jiyanê pîroz e û mafekê bingehîn e. Nexweşiyên kronîk ên Guler hene. Divê bi lezgînî di nexweşxaneyek taybet de bê tedawîkirin. Em daxwaza berdana wî dikin. Divê girtiyên mîna Guler di girtîgehan de nemînin.”