Şaredariya Ebaxê ji bo gora Adûgît kepçe neda 2021-01-23 12:33:29 WAN - Şaredariya Ebexê ya AKP’ê, ji bo kolandina gora siyasetmedarê Kurd Metîn Adûgît kepçe neda malbatê.    Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya navçeya Ebex a Wanê yê berê Metîn Adûgît di 7’ê Mijdara 2020’an de, li herêma Kurdistana Federe ya Iraqê ji aliyê hêzên Asayîşa Hewlêrê ve hatibû girtin û di girtîgehê de, qeyrana dil derbas kiribû û jiyana xwe ji dest da bû.  Di encama hewldanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de, cenazeyê Adûgît pêr ji Deriyê Sînor ê Xabûrê yê navçeya Sîlopî ya Şirnexê hat girtin. Piştî karê otopsiyê wê cenaze bidin malbatê. Malbat Adûgît, ji bo ku cenazeyê kurê xwe bigre, li navçeya Sîlopiyê radiweste.    KEPÇE NEDAN    Xizmên Adûgît, ji bo kolandina gora Adûgît, duh ji Şaredariya Ebexê ya ku piştî mazbata Hevşaredara HDP’ê Leyla Atsak nehat dayîn, derbasî rêveberiya AKP’ê bû, kepçe xwestin. Lê rêveberiya şaredariyê kepçe neda xizmên Adûgît ku gora wî pê bi kolin.   Xizmên Adûgît, li ser vê yekê, neçar man ku di sermaya  20 pîle kemî sifirê de, bi tevir û bêran ji bo cenazeyê Adûgît gorê bikolin.