Kerevan Îrmez 25 salin windaye 2021-01-23 12:08:22 AMED - Xizmên windayan, di çalakiya xwe ya vê heftê dei aqûbeta Kerevan Îrmez ê di sala 1995’an de, li navçeya Sîlopiyê di serdegirtina malê de hatibû binçavkirin û dûre carek din agahî jê nehat girtin, pirsîn.  Xizmên windayan û Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê, çalakiya xwe ya heftiya 624’emîn a “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” li ser înternetê bi bernameya onlînê li dar xistin.    Di çalakiya vê heftê de, çîroka Kerevan Îrmezê di 15’ê Cotmeha 1995’an de, hîna nû ji girtîgehê derketibû, li navçeya Sîlopî ya Şirnexê di serdegirtina malê de ji aliyê hêzên taybet û polîsên sîvîl ve hatibû binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin hat xwendin û pirsa aqûbeta wî hat kirin.    Sekretera Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Yuksel Aslan Acer çîroka Îrmez ê winda wiha vegot.    SERWINDA KIRIN   Acer, diyar kir ku li gorî şahidên bûyerê, piştî ku Îrmez tê binçavkirin, wî dibin qereqola eskerî ya gundê Bêspin a girêdyî navçeya Sîlopiyê. Acar bal kişan ser piştî binçavkirin Îrmez û wiha axivî: “Piştî bûyerê, malbata Îrmez serî li Miduriyeta Polîsan a Sîlopiyê dide. Lê raydarên emniyete dibêjin ku Îrmez ne dibin çavan de ye. Piştî bûyerê, demek kurt, li derdora Geliyê Qesrikê cenazeyekê ser jêkirî tê dîtin. Îşkenceyek pir giran li cenazeyê kesê ser jêkirî hatibû kirin. Bi nêrîna, dibe ku cenaze aîdê Kerevan Îrmez be, agahî ji bo malbatê tê dayîn. Malbata Îrmez, diçe cihê bûyer û dûre derdikeve holê ku cenaze ne yê Kerevan Îrmeze. Lê piştî hewldanên bi salan jî heya roja îro tu agahî ji Îrmez nayê girtin.”   ‘EM BI ISRAR DAXWAZ DIKIN’   Acer, dest nîşan kir ku wan di şert û mercên pandemiyê de jî, lêgerîna xwe ya edaletê ya ji bo windayan bê navber dewam kirin û wiha bi dawî kir: “Em weke parazvanên mafên mirovan, bi israr dixwazin ku bersûcên windayan bên aşkerekirin, darizandin û ceza kirin. Em dixwazin êdî edalet bê bicihanîn.”