Li Çiyayê Agiriyê operasyona eskerî dest pê kir 2021-01-23 10:51:49   AGIRÎ - Li Çiyayê Agiriyê bi tevlîbûna hejmareke zêde ya esker, polîs û cerdevanan, operasyon hat destpêkirin.   Wezareta Karên Hûndir, daxuyand ku li Çiyayê Agiriyê bi navê “Eren-3 Çiyayê Agirî” operasyoneke eskerî dane destpêkirin. Wezaretê, da zanîn ku hezar û 40 Tîmên Taybet ên Cendermeyan (JOH), Tîmên Taybet ên Polîsan (POH) û cerdevan beşdarî operasyonê bûne.