Hevjîna Hadî Yalçin: Ji ber zilmê jiyana xwe ji dest 2021-01-23 10:50:39 ŞIRNEX - Girtiyê nexweş Hadî Yalçin, di 8'ê Çileyê de, li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê jiyana xwe ji dest dabû. Hevjina wî Zehra Yalçin, anî ziman ku hevjînê wê nehatiye tedawîkirin û got: "Ji ber zilmê jiyana xwe ji dest da."  Hadî Yalçin ê 21 salan di Îdareya Av û Kanalîzasyon Şaredariya Şirnexê de xebitibû, di sala 2016'an de, di dema qedexeyên derketina derve yên li Silopiyê de bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" hatibû binçavkirin û girtin. Yalçin ê 2 salan di Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê de dimîne, dûre ji derveyî vîna wî sewqî Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tê kirin. Ji bo Yalçin 15 sal cezayê girtîgehê dihat xwestin. Yalçin ê hatibû girtin, di nava 3 mehan de teşhîsa pençeşêra mîdê ji bo wî hat danîn. Yalçin ji ber nexweşiya xwe ya mîdê ararot vedixwarin. Parêzerên Yalçin ji bo bê berdan serî li Saziya Tipa Edlî (ATK) da bûn. ATK'ê di encama venêrîna kir de, rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" dide Yalçin.   Malbat û parêzerê Yalçin, rapora wî ji 16'emîn Daîreya ATK'ê Dadgeha Bilind re dişînin û daxwaza berdana wî dikin. Daîreya Dadgeha Bilind jî, di 04'ê Çileyê de biryara berdana Yalçin da. Yalçin rojek piştî berdanê, sewqî Nexweşxaneya Fakulteyê ya Tipa Zanîngeha Trakyayê tê kirin. Yalçin di 8'ê Çileyê de li nexweşxanê jiyana xwe ji dest dide. Rapora otopsiyê ya Yalçin bi hinceta "hîna derneketiye" teslîmî malbatê nehat kirin.   Hevjîna Hadî Yalçin Zehra Yalçin, derbarê rewşa hevjînê xwe de axivî û diyar kir ku berî hevjînê wê bê girtin, tu nexweşiyeke wî tune bûn.    'ÇAV VEKIRÎ ÇÛ'   Yalçin, anî ziman ku bêbextî li hevjînê wê hatibû kirin û ji ber vê hatibû girtin. Yalçin, bi bîr xist ku 4 zarokên wan hene û wiha axivî: "Hadî 21 salan di şaredariyê de xebitî. Her kesî jê hez dikir. Min qet nebihîstiye kesî derbarê wî de bi nebaşî axifiye. Tu zirara wî negihişte tu kesî. Di pêvajoya qedexeyan de bêbextî lê hat kirin û bi îdiaya 'xendek kolandine' hatibû girtin. Hadî, di jiyana xwe de nedizanî ajokariyê bike. Ajokariya wî tune bû. Lê guh nedan vî tiştî û ceza lê birîn. Di dema qedexeyên derketina derve yên li Sîlopiyê de hat girtin. Ewilî wî birin Girtîgeha Şirnexê. Ji ber qedexeyan nedihiştin ku em biçin hevdîtinê û 3-4 mehan me hev nedît. Pişt re sirgûnî Girtîgeha Edîrneyê kirin. Piştî ku birin Edîrneyê êdî em çend mehan carekê diçûn hevdîtinê. Heftiyek me di rê de derbas dibû. Dema em dihatin malê zarokên min gelek pê bandor dibûn. Bavê wî, diya wî û zavayê wî jiyana xwe ji dest dan, lê nehiştin ku tevlî merasîma cenazeyên wan bibe."   'DI BIN ZILMÊ DE JIYANA XWE JI DEST DA'   Yalçin, diyar kir ku tu nexweşîneke hevjînê wê tune bû û wiha bilêv kir: "Herî dawî em di meha Adarê de çûbûn hevdîtinê, tu pirsgirîkên wî yên tenduristiyê nebûn. Rewşa wî ya tenduristiyê gelek baş bû. Tu caran nedigot nexweşiyeke min heye. Bêbextî lê hat kirin û di bin zilmê de jiyana xwe ji dest da. Ev tiştên ku hatin serê wî heq nekiribûn. Beriya girtinê rojekê jî nediçû nexweşxaneyê. Di warê tenduristiyê de gelek baş bû. Çawa ku ket girtîgehê nexweşî lê peyda bûn. Ew sê meh bûn ev nexweşî lê peyda bibû. Wî nebirin nexweşxaneyê û nehat tedawîkirin. Di cih de mudexele nekirin. Roja çarşemê li min geriya û got, 'ji min re gotine nexweşiya penceşêrê li te peyda bûye.' Min jî jê re got, 'xem nake tu yê ji heq wê derkevî.' Pişt re êdî me tu agahî jê negirtin."   'TU SÛCÊ WÎ TUNE BÛ'   Zehra Yalçin, dest nîşan kir ku hevjînê wê ne bi nexweşiyê, ji ber zilmê jiyana xwe ji dest da û wiha bertek nîşan da: "Heta ku ez sax bim, ez ê kesên ku bûne sedema mirina Hadî efû nekim. Çawa dibe ku di 3 mehan de nexweşiyek mirovekî di cih de bikuje? Gumanên me hene. Hadî ketibû greva birçîbûnê. Heta piştî vê çalakiyê jî tu pirsgirîkên wî yên tenduristiyê nebûn. Ez naxwazim heqê Hadî li erdê bimîne. Bila her kes bizane ku tu sûcê wî tune bû. Bêsûc ev qas ceza kişand. Ne min û ne jî zarokên, me wî têr nedît. Ez ê vê neheqiyê û zilmê tu caran jibîr nekim."   MA / Zeynep Dûrgût