Stêra Rojhilata Navîn Heleb ditefe 2021-01-23 10:43:22 HELEB - Haleb ku demekê bi çand, dîrok, teknîk û pîşesaziya xwe bajarekî li Rojhilata Navîn stêrka wê geş bû, êdî ew stêrk tefiya ye. Ajansa Mezopotamya piştî şerê 10 salan bi wêneyan rewşa wê ya dawî parve kir.  Bajarê Helebê yek ji bajarê Sûriye yê di nava welatên Rojhilata Navîn de bajarê herî geş û xweş bû. Lê piştî şerê li Sûriyeyê û Helebê pêş ket, êdî ew stêrka geş vemirî. Bajarê Helebê di warê çand, dîrok û teknolojî û pîşesaziyê de pir pêşketî bû. Lê piştî şerê li Sûriye û bajarên herêmê pêş ket, bajar talan û wêran bû. Bi taybetî di 10  salên dawî yên şer de bajar xera bû.  Piştî şer li aliyekî xanî, warên dîrokî û çandî hilweşiyan û wêran bû, li aliyê din koçberî zêde bû. Bajarê ku berê stêrka geş a Sûriyeyê bû, niha bûye navenda şer. Bajarê Helebê ku wekî navenda Sûriyeyê tê nasîn û cihekî pir stratejîk e, êdî geşbûn û hilberîna xwe ya berê winda kiriye. Di aliyê stratejîk de ger ku Heleb ji destê rejîma Sûriye bê girtin, bajarê Şamê jî dikeve talûkeyê. Ji ber bajarê Helebê ji bo Rejîma Sûriye pir girîng e, hêza xwe li Helebê zêde kiriye û şerekî dijwar li dijî komên çekdar pêş dixe. Lê  her ku şer dijwar dibe stêrka geş a Halebê reş dibe.    Ajansa Mezopotamya (MA) bi wêneyan rastiya bajarê Halebê ya piştî şerê 10 salan parve kir.  BAJARÊ ŞARISTANÊ   Bajarê Helebê bajarekî dîrokî ye. Beriya Zayînê bi 3000 sal berê hatiye avakirin. Li Mezopotamyayê ji Împaratoriya Roma, Bizans, Osmanî, dewletên Emevî, Abbasî, Selçukî, Eyyubî, Memlukî û Fransayan re malovanî kiriye. Ji ber ku ji gelek împarator û dewletan re malovanî kiriye, di aliyê dîrokî û çandî de pir pêş ketiye. Şopa hemû dewlet û împaratorên navborî li Helebê tê xuyakirin. Nifûsa Helebê ku beriya şer 4 milyon dihat zanîn, li vî bajarî Erap, Ermenî, Suryani, Kurd, Cûhî, Çerkes û Turkmen di nava dev de bi hevre dijîyan. Lê piştî şer gelek pêkhatiyên vî bajarî koç kirin û bajar terk kirin.   ÇÎROKA HEZAR Û YEK ŞEVAN   Bajarê bazirganiyê Helep yek ji cihê herî zêde karwan têde derbas dibûn û lê dibûn mêvan. Di zimanê Samî de tê wateyae "Şîr dide" rêgeha gelek karxanên bazirganiyê ye. Heleb di  heman demê bajarê hezar û yek çîrokan bû. Di erdnîgariya Rojhilata Navîn de yek ji bajarê komkujiya ermeniyan a herî mezin lê pêk hatiye Heleb e. Wê serdemê bi sed hezaran ermenî koçî Tirkiye û bajarên herêmê kirin. Bajarê Halebê piştî komkujiya Dersimê yek ji bajarê herî zêde komkujî lê pêk hatiye. Ji pêşengên Kurdan Nurî Dersimi û  Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan herî zêde ev bajar ziyaret kirine.        HELEB ŞEWÎTIΠ   Bajarê ku bûye mijara gelek pirtûk, helbest û fîlman di sala 1260'an de di pêşengiya Hulagû ji aliyê Mogollar û di sala 1400'an de j aliyê Timuran ve hat hilweşandin. Dîsa gelek şerên giran li vir çêbûn. Denbêjê navdar Şakiro bi strana “Emro” û bi gotina "Heleba Şewitî" rewşa niha tîne ber çavan. Bajarê çand, dîrok û berhemên dîrokî Heleb bi şerê 2011'an ê li Sûriyeyê talan û wêran bû.    Bi taybetî komên çekdar ên wekî Artêşa Azad a Sûriyeyê (OSO),  Heyet Tehrir El Şam(HTŞ) û El Nusra êrîşî Rojhilatê helebê kirin. Bi salan de di nava van komên çekdar û rejîma Sûriyeyê de şer heye. Di şer de herî zêde Keleha Helebê û derdorê wê zerar dît. Dîsa taxên Ermenî û cûhiyan talan û wêran bû. Komên çekdar ên selefî li taxên Bostanpaşa, Meydan, Saxûr, Heyderîye, Şêx Faris, Şêx Xidir, Şear, Bab, Hedit, Mesekin, Babil Nêra, Cêdeydê, Suveyqa, Selahaddin û Neyribê bi cih bûn. Komên selefî li gel van taxan Sûka El-Medine jî talan û wêran kirin.    Taxên ku bi milyonan mirov lê dijiyan, êdî vala û xalî ne. Li ser dîwar û hemû xaniyên ku hatine valakirin şopa gule, topan heye. Gelek mal û war bi guleyên topan hilweşiya ne.    DERIYEKÎ DIN ŞÊX MEQSUD   Yek ji taxên ku herî zêde şer lê dijwar e taxa Şêx Meqsud ku herîz êde kurd li vir dijîn e. Komên OSO 6 salan bê navber êrîşî  vê taxa Kurdan kirin. Taxa Şêx Mexsûd hem li dijî komên çekdar û hem jî li dijî rejîma Sûriye li ber xwe dide. Ji ber destur nedan ku komên çekdar û rejîm têxeve taxê bû mînak. Niha li taxa Şêx Meqsud tevî êrîşan bi deh hezaran Kurd lê dijîn.    Şêniyên li taxa Şêx Meqsudê dijîn dikarin bi hemû taxên Helebê re têkevin nava têkiliyê. Ji ber vê yekê destûr nedan ku OSO vê taxê dagir bikin. SANAYIYA HELEBÊ ANÎN TIRKIYEYÊ   Piştî şer li Helebê pêş ket, bajar nasnameya xwe winda kir. Komên selefî û komên din ên çekdar êrîşî van dewlemendiyên bajar kir û hemû alav û amûrên pîşesaziyê desteser kirin û anîn Tirkiyeyê.    MA / Nazim Daştan