‘Rojeva derbarê mafên heywanan de hewldaneke nûkirina makyajê ye' 2021-01-23 09:04:36 ENQERE - Parlementera CHP'ê Gulîzar Bîçer Karaca, diyar kir ku îqtidara rojeva Qanûna Mafên Heywanan ji xwe re kiriye malzemeya hilbijartinê û Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaşê jî ji bo vê got: "Hewldana nûkirina makyajê."    Serokwekîlê Koma AKP'ê Mûhammet Emîn Akbaşoglû di daxuyaniya xwe ya dawî de got: "Xebatên derbarê mafên heywanan de hatin kirin. Çend hefte şûn de em ê qanûna wê çêbikin." Lê belê bi salan e îqtidar çêkirina Qanûna Mafên Heywanan taloq dike.    Hemû partî di sala 2011'an de pêşnûmaya qanûna navbirî çêkiribûn û li hev kiribûn û berpêşî Serokatiya Meclîsê kiribûn. Lê belê ji ber kêmasiyên wê hebûn gelekî hatibû nîqaşkirin û ji sala 2014'an ve heya niha hatiye sekinandin. Ji bo vê di sala 2019'an de Komîsyona Mafên Heywanan a Meclîsê hat avakirin. Di nav komîsyonê de hemû partî hene û xebatên qanûna navbirî temam kirine û raporeke 55 rûpelî amade kirine.     Endama Komîsyona Şopandina Binpêkirinên Mafên Heywanan Parlementera CHP'ê ya Denîzliyê Gulîzar Bîçer Karaca, diyar kir ku îqtidarê derbarê amadekariyên qanûnê de serî li dîtina muxalefetê nedaye û got: "Di amadekarina raporê de em jî hebûn. Me pir rica kir ku di merhaleya amadekarina vê qanûnê de dîtina me jî esas bê girtin. Lê mixabin esas negirtin. Raporek heye ku hemû partiyan bi yekdengî qebûl kiriye. Di vê raporê de 55 xalên derbarê qanûna mafên heywanan hene. Hêvîdar im pêşniyarên tê de giş bên nirxandin."    JI BO HILBIJARTINÊ YE    Karaca, bilêv kir ku kengî qanûna mafên heywanan bibe rojev, piştî wê hilbijartinek çêdibe û got: "Beriya hilbijartina 24'ê Hezîranê qanûna mafên heywanan kiribûn rojev. Dû re hilbijartina 24'ê Hezîranê çêbû. Piştî vê gava Birêz bînalî yildirim bûbû namzetê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ev yek cardin bûbû rojev û komîsyon hat avakirin. Ne rast e di ser dostên me yên ku em bi hev re heman ekosîstemê parve dikin, diyaset bê kirin. Çi çax hêza civakî ya AKP'ê qels dibe, ji bo cardin piştgirî bê dayîn qanûna mafên heywanan bi kar tîne. Hêvîdar im nebe malzemeyeke siyasetê. Hilbijartina pêşwext divê, lê divê ev di ser qanûna mafên heywanan re neyê kirin."    NÛKIRINA MAKYAJÊ    Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş ku derbarê Qanûna Mafên Heywanan de teklîfa qanûnê kiribû, anî ziman ku di mewzûata cezayî de ku îqtidar cardin li ser disekine, muameleya xirab a li dijî heywanan tune ye. Beştaş, destnîşan kir ku divê ji ber muameleya xirab a li heywanan tê kirin cezayên giran bên birîn.    Beştaş, destnîşan kir ku îqtidar teklîfên qanûnan û pêşniyazpirsên derbarê mafên heywanan de esas nagire û got: "Berê jî çend caran hatibû gotin dê di vî warî de hin gav bên avêtin, lê tenê gotin, nekirin. Niha îqtidar cardin wekî ku pir bi mafên heywanan re eleqedar e, tevdigere. Heger bera jî xwedî li wan derketa, di 19 salên îqtidara xwe de ger hin tişt bikira. Heger xwedî li wan derketa, wê teklîfên me yên qanûnê têxista rojeva desteyê. Ji bo li ser pêyan bisekine, pêdiviya wê bi hin makyajan heye. Tişta niha carin ji bo heywanan tîne zimên, tenê hewldana nûkirina makyajê ye. Her wiha ji ber ku em bi naveroka guherandina qanûna ku behs dikin nizanin, em nizanin bê ka yên gavên baş bên avêtin an na. Helbet gava tiştekî baş be û bê meclîsê em ê piştgiriyê bidinê."    MA / Dîren Yûrtsever