ROJEVA 23'YÊ ÇILEYA 2021'AN 2021-01-23 09:00:34 * Parlementera CHP'ê Gulîzar Bîçer Karaca, diyar kir ku îqtidara rojeva Qanûna Mafên Heywanan ji xwe re kiriye malzemeya hilbijartinê û Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaşê jî ji bo vê got: "Hewldana nûkirina makyajê."    * Aktivîsta TJA'yê Zelal Bîlgîn, anî ziman ku heya tecrîd ranebe wê polîtîkayên şerê taybet û tahdeya li jinê tê kirin bidome û got: "Em ê bi kampanyaya xwe, hemû êrîşan pûç bikin."    * YOK'ê bi telîmata Erdogan "Zanînegha Jina" xist nav bernameya xwe. Jinan projeya navbirî nirxandin û destnîşan kirin ku bi vê projeyê re tecrîda li ser tecrîdê li jinan tê ferzkirin.    * Dilxwaza Weqfa Sitarandina Jinê ya Mor Çatiyê Zûjal Gurelî, anî ziman ku KADES di warê pêşîlêgirtina tahdeyê de qels e û got: "Pirsgirêka sereke di warê pêkanînê de ye."    * Li Herêma Serhedê ji ber ziwabûnê berdarî ji sedî 50'ê kêm bûye û lêçûnên çandiniyê jî du qat zêde bûne.    * Li Girtîgeha Îskenderûn a Tîpa T'yê rewşa girtiyê nexweş Îsmaîl Tanboga yê 22 salî giran dibe. Tanboga, ji ber nexweşînê zihîf bûye, bûye 38 kîlo û xwest bê tedawîkirin.    * Girtiyê nexweş Hadî Yalçin, di 8'ê Çileyê de li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê jiyana xwe ji dest dabû. Hevjina wî Zehra Yalçın, anî ziman ku hevjînê wê nehatiye tedawîkirin û got: "Ji ber zilmê jiyana xwe ji dest da."    * Xizmên windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê dê çalakiya "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" doi hefteya 624'An de berdewam bikin. (11.30)    * Dayikên Şemiyê, bi boneya winda bên bên dîtin û faîl bên cezakirin dê di hefteya 826'an de çalakiya xwe bi rêya online pêk bînin. (12.00)   * Înîsiyatifa Girtiyên Nexweş ya Enqereyê bi boneya balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş dê di hefteya 333'an de çalakiya xwe bidomînin. (12.00)   * Komîsyona  Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê bi boneya balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş dê di hefteya 461'an de çalakiya "Rûniştina F" pêk bînin. (13.30)