Hin deverên Bedlîsê heta dawiya salê hatin qedexekirin 2021-01-22 20:36:40   BEDLÎS - Hin deverên navenda Bedlîsê û navçeyên wê, heta dawiya salê wekî "herêma ewlehiya demborî" hatin îlankirin.    Hin deverên navenda Bedlîsê û navçeyên wê, heta dawiya salên wekî "herêma ewlehiya demborî" hatin îlankirin û qedexekirin. Walîtiyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hin deverên navenda bajêr û 4 navçeyên wê, bi biryara serokomartiyê heya 31'ê Kanûnê hatine qedexekirin.    Hûrguliyên derbarê deverên hatine qedexekirin di malpera înternetê ya walîtiyê de cih digirin.