Eskeran wesayit li kalê 70 salî qeliband 2021-01-22 18:03:58   AMED - Li navçeya Gêl a Amedê eskeran maşina zirxî li Şukru Gunay ê 70 salî qeliband û bi giranî birîndar kir. .    Li Taxa Dere ya navçeya Gêl a Amedê, wesayîta eskeran li welatiyê bi navê Şukru Gunay ê 70 salî qelibî. Gava gunay ji navenda Gêlê diçû Taxa Kazanliyê wesayîta eskeran lê qelibî û bi giranî birîndar bû. Tenduristkarên hatin cihê bûyerê, Gunay rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Gêlê û ji wir jî wî sewqî Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê kirin.   Hat hînbûn ku rewşa Gunay xedar e.