Ji kolberan 4 roj in agahî nayê girtin 2021-01-22 13:36:17   WAN - Ji bo 5 kolberên ku li sînorê Îranê di bin aşûtê de mane, duh xebatên keşfê hatin kirin, lê nehat zanîn ku wê lêgerîn kengî dest pê bikin.    Kolberên bi navê Molaî Hudaî, Firat Hudaî, Bîlen Ehmedî, Yaver Eslanî û Metîn Eslanî yên ku di 18’ê çileyê de di bin aşûtê de man, hêj nehatine dîtin. Ji bo kolberên li mezraya Dirîşkê ya girêdayî Gundê Xaşkanê ya li ser sînorê Îranê ya navçeya Elbakê ya Wanê di bin aşûtê de mane, duh li heremê xebatên keşfê hatin kirin. Lê nehat zanîn ku wê xebatên lêgerîn û xelaskirina kolberan kengî dest pê bike.   HEREM TÊ DÎTIN     Keyayê gundê Xaşkanê Ayhan Korkmaz, diyar kir ku duh bi balafirên bê mirov (ÎHA) keşf hat kirin. Korkmaz da zanîn ku şertên hewayê guncav bibin wê xebatên lêgerînê bên destpêkirin û anî ziman ku cihê ku aşût lê pêk hatibû dibînin.    JI XIZMÊN KOLBERAN BANG   Li bendêmayîna kolberan jî berdewam dike. Di hin dîmenên ku di hesabên medya civakî hatin parvekirin de, xizmên kolberan banga destpêkirina xebatên lêgerînê kirin.