Wêneyên jinan weke ‘endamtiya rêxistinê’ servîs kirin 2021-01-22 12:20:50   ÎZMÎR - Danişîna yekemîn a doza darizandina jinên ji bo dansa “Las Tesîs” kom bibûn hat dîtin. Derket holê ku miduriyeta polîsan wêneyên jinan, weke “Endamên rêxistina terorê hatin girtin” serwîsî rojnameyan kirin e.    Di 15’ê Kanûna 2019’an de, li Taxa Alsancakê ya navçeya Konak a Îzmîrê, jin hatibûn gelhev û bi armanca şermezarkirina komkujî, tecawîz, tacîz û îstîsmara li dijî jinan dansa “Las Tesîs” kiribûn. Dûre ji van jinan derbarê 24 jinan doz hatibû vekirin. Danişîna yekemîn a doza darizandina jinan hat dîtin.    DARAZ LI ŞÛNA BERSÛCAN JINAN DI DARIZÎNE   Meclîsên Jinan berî danişînê, li ber Edliya Bayrakliyê daxuyanî dan çepemeniyê. Jinan di daxuyaniyê de pankarta “Ne Las Tesîsê, qatilan darizînin” vekirin. Li ser navê Meclîsên Jinan Hîlal Sûsûz axivî û wiha got: “Peymana Stenbolê bi cih nayînin. Lê jinên ku naxwazin jin bên qetilkirin, îrodi darizînin. Daraz li şûna bersûcan, jinan di darizîne. Emê têkoşîna xwe ya li dijî cînayet û tundiyên li ser jinan li qadan dewam bikin.”    Jin piştî daxuyaniyê, derbasî salona danişînê bûn.     Danişîna jinan li 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê hat dîtin 13 jinên ne girtî tên dirazandin û  parêzerên wan beşdarî danişînê bûn.    Danişîn, piştî danasîna nasnameyên Meryem Yildirim, Emîne Akbaba, Evrîm Kubîlay, Gonul Aygun, Pinar Ûsta, Fûnda Ozdemir, Hilal Bozkûrt, Hilal Sûsûz, Gunselî Kaya, Şenay Akyol, Cemre Soldaş û Gîzem Coşkun dest pê kir.    Jinan di parastinên kirin de, dan zanîn ku dansa “Las Tesîs” li Şîlî yê, piştî ku hunermenda pandomîm Daniela Carrasco ji aliyê polîs ve hatibû tecawîzkirin û dûre hatibû qetilkirin, jinan dabûn dest pêkirin. Jinan bal kişandin ser belavbûna dansa “Las Tesîs” a li tevahiya cîhanê û got: “Ev çalakî piştre bi armanca piştgiriyê li cîhanê belav bû û jinên her welatî xwestin bi vê çalakiya dansê balê bikişînin ser tundiya li dijî jinan. Em jî li ser vî esasî xwest tacîz, tecawîz û qetilkirinên jinan ên li welatê xwe şermezar bikin û bi vî awayî piştgiriyê bibin vê çalakiyê.”    WÊNEYÊN POLÎSAN KIŞANDIBÛN BIBÛN MANŞET   Di dewama danişînê de derket holê ku, wêneyên jinan ên polîan kişandibûn, bi sernavê “Endamên rêxistina terorê hatin girtin” di Rojnameya Sabah hatin weşandin. Jinan diyar kirin ku wan ji ber yekê derbarê rojnameyê de gilî kirine.    Şandeya dadgehê piştî parastina jin û parêzaran wan, navber da. Dadgehê dûre xwest kêmasiyên di dosyeyê de bên temamkirin û danişîn taloqî 28’ê Nîsanê kir.