Esnafên Şirnexê: Berpisiyarê têkçûna aboriyê dewlet e 2021-01-22 09:03:25 ŞIRNEX - Esnafên Şirnexê der barê aloziya aborî de nêrazîbûnên xwe anîn ziman û gotin: "Ji têkçûna aloziya aboriyê dewlet berpirsyare. Daxwaziya me ji dewletê tune ye, ji xwe hebe jî pêk nayine."  Li Tirkiyeyê û bajarên herêmê  aloziya aborî her ku diçe zêde dibe. Yek ji sedemên têkçûyina aboriya Tirkiyeyê, polîtîkayên hikûmetê ya şer e. Her çiqas rayedarên dewletê têkçûyina aboriyê weke sedem şewba Vîrûsa Corona û buhabûna Dolaran nîşan bidin jî dikandar li dijî vê destnîşan dikin ku ku bêriya şewbê jî aloziya aborî hebû. Yek ji bajarên Tirkiyeyê ku herî zêde pirsgirêkên aboriyê  lê heye û esnaf û welatî mexdûr bûne jî Şirnex e.  Esnafên Şirnexê der barê aloziya aborî de axivîn.    'TENEKA RÛN JI 155'AN DERKET 255'AN    Ji esnafan Abdullah Suîçen anî ziman ku ew bi salan in bi pirsgirîkên aborî re rû bi rû ne û wiha axivî: "Ez ji sala 1993'an heta niha esnaf im. Wan salan aboriya Tirkiyeyê baş bû. Lê li gel belavbûna vê nexweşiyê û têkçûyina heyî fiyetê her tiştekî biha bû.  Taneka duhnî (rûn) beriya niha 155 TL'yan bû, lê niha bûye 255 TL'yan. Kar jî tune ye ku mirov bixebite. Gel neçar maye. Em nikarin kireyên kargehên xwe bidin. Em nikarin danûstandinê bikin. Li gorî salên berê em zirarê de ne. Giştnameya  Wezaretê Karê Navxweyî dibêje serê sibehê seat di 8'an de veke û bi şev seat di 10'an de bigire. Di rewşeke wiha de ez ê çi xebat bikim? Dibêje kargehên xwe veke, lê bila kes neyê. Di rewşeke wiha de ez xisarê dikim Beriya niha qehwexaneya min hebû û ji ber vê nexweşiyê min îflas kir. Kireya 6-7 mehan min berika xwe de da. Daxwaziya me ew e ku bi demildest ji vê aloziyê re çareseriyek bê dîtin."    'DAXWAZIYA ME JI DEWLETÊ TUNE YE'   Esnaf Îbrahîm Îrmez jî bal kişand li ser aloziya aborî û diyar kir ku di vê pêvajoyê de aboriya heyî jî têkçû û wiha got: "Ev 5-6 sal in ez dikandariyê dikim. Min tu salan bi qasî van salên dawî zehmetî nedît. Li gel buhayê dolar karê me gelek ket. Dibistan hatin girtin û vê yekê jî bandoreke neyînî li ser karê me kir. Dewlet dibêje di vê pêvajoyê de em ê piştgiriyê bidin. Lê tenê piştgiriya çend esnafan dikin. Ji bo ku piştgiriyê bidin pêwîste her tiştekê de fermî be. Di pêvajoya pandemiyê de min 5 mîlyon kredî stand. Lê ew jî li ser me kirin faîz. Me ji neçarî kredî kişand. Hem pere tune bûn û hem ji em nêçar bûn li zarokên xwe binerin. Niha mehê carekî tenê 500 TL jî bikevin destê me, em kêfxweş dibin. Em di rewşeke gelek nebaş de ne. Ez bawer nakim sedemê têkçûna aboriyê nexweşî be. Bingeha vê gelek kur e. Heta niha ji bo gelê Şirnexê yek qada kargehan nehat vekirin. Ji têkçûna aloziya aboriyê dewlet berpirsyare.Daxwaziya me ji dewletê tune ye,ji xwe hebe jî pêk nayine."    'CIWANÊN BETAL ESRARÊ DIKIŞÎNIN'    Ciwanê bi navê Firat Ertaş jî xwest ku li herêmê ji ciwanan re qadên kar bên vekirin wiha got: "Li gelek malên Şirnexê kar tune. Bi hinceta pandemiyê gelek ciwan ji kar hatin avêtin. Beriya vê nexweşiyê jî li Şirnexê pirsgirîkên aborî hebûn. Pêdiviyên me ciwanan gelek hene. Lê bi tu awayî nayên pêşwazî kirin. Heqê ciwanan û karkeran tê xwarin. Derfetê me ciwanan tune ye ku em ji xwe re kargehek vekin û bikaribin bixebitin. Butçeyên ji bo qada aboriyê nayê veqetandin. Li vir ji ber bêkariyê gelek ciwan esrarê bikar tînin. Razandina ku ji rojavayê Tirkiyeyê re dikin, ji herêma me re nakin. Dewlet ji me re nabe alîkar."    MA - Zeynep Durgut