Li şûna girtî berdin, îşkence kirin 2021-01-22 08:46:02 MÊRDÎN - Girtiyê 4 mehin cezayê wî xelas bûye Mehmet Sirac Aslan, li şûna wî serbest berdin derb kirin û îşkence lê kirin. Girtî ji raya giştî xwest dengê wan bibhîzin.    Mehmet Sirac Aslan ê 22 salî di 2017'an de li Mêrdînê bi îdeaya "Endamê Rêxistinê ye" hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê. Piştre sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Aksarayê kirin. Her çend di cotmehê de cezayê Aslan xelas bû jî ew bernedan. Mehmet Sirac Aslan, ku di Girtîgeha Tîpa T a Aksarayê girtî ye, duh bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ji malbata xwe re ragihand.    POZÊ GIRTÎ ŞIKANDIN    Aslan, bi rêya telefonê ragihand ku ew bi awayeke neqanunî bi tundiyê re rû bi rû ne û wiha got: "Bi awayeke nehiqûqî cezayê hucreyê dane min. Ev yeke hincet nîşandan û di hefteya borî de nehiştin ku ez derkevim hevdîtina telefonê. Li dijî van pêkanîna min zirar da xwe û destê xwe jîlet kir. Pişt re ez rakirin revîrê. Gardiyanê ku ez birim revîrê li cem bijîşk ez darp kirim. Pozê min şikand û çavê min werimî. Hîn jî di laşê min de şopa lêdanê heye. Derûniya min xerabe bûye. Ji bo raporê ez dixwazim biçim nexweşxaneyê, lê min nabin. Ev ne cara yêkeme ku ez têm derpkirin. Ez ji raya giştî dixwazim dengê me bibihîzin."   Birayê Mehmet Siraç Aslan, Serkan Aslan jî diyar kir ku bi zanebûn bi cezayên hucreyan înfaza birayê wî şewitandine û ji cotmehê heta niha li bendê ne ku birayê wî bê berdan.