Ji ber daxuyaniyan derbarê wî de îdianame hat amadekirin 2021-01-21 09:17:22 BEDLÎS - Derbarê Hevserokê HDP'ê yê Bedlîsê Rûmet Dûrsûn de doz hat vekirin. Dûrsûn, ji ber ku di daxuyaniya derbarê girtina Hevseroka KCD'ê Leyla Guven de axivîbû, bi îdiaya "pesinandina sûc û sûcdar" doz lê hatiye vekirin û tê xwestin 2 sal ceza lê bê birîn.  Li Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guvenê 22 sal û 3 meh ceza hatibû birîn û hatibû girtin. Rêxistina HDP'ê ya Tetwanê jî di 23'yê Kanûna 2020'an de daxuyaniyek dabû û cezakirin û girtina Guvenê şermezar kiribû. Hevserokê HDP'ê yê Bedlîsê Rûmet Dûrsûn jî ji ber ku di daxuyaniyê de axivî, derbarê wî de lêpirssîn hatibû destpêkirin.    Serdozgeriya Komarê ya Tetwanê di nav mehekê de derbarê Dûrsûn de bi îdiaya "pesinandina sûc û sûcdar" îdianame amade kir. Dadgeha Ceza ya Asliye ya Tetwanê jî îdianame qebûl kir. Di îdianameyê tê xwestin ku 2 sal ceza li Dûrsûn bê birîn.   Ji ber ku Dûrsûn di axaftina xwe de gotiye Leyla Guven "pêşenga berxwedanê ye û vîn e" derbarê wî de îdianame hatiye amadekirin.    Danişîna dozê di pêş de dê bê lidarxistin.