19 sal in di hucreya yek kesî de tê ragirtin 2021-01-21 09:00:44 AMED – Mehmet Akpolat ê 27 sal in li girtîgehên cuda hatiye ragirtin, 19 sal in di hucreya yek kesî de tê girtin. Dayika Akpolat, Hanîfe Akpolat a du caran li deriyên girtîgehan krîza dil derbas kiriye diyar kir ku ew salek e nikare biçe dîtina lawê xwe.  Mehmet Akpolat (45) li Stenbolê tê binçavkirin û di 18’ê tîrmeha sala 1995’an de tê girtin. Ew 27 sal in girtî ye. Akpolat li Dadgehên Ewlehiya Dewletê ya Stenbolê (DGM) bi îdiaya “dabeşkirina qismek axa welat” hat darizandin. Li gel Akpolat, Vahap Kavak, Ramazan Dag û Zeynep Avci jî hatin darizandin. Darizandina wan 8 sal berdewam kir û ewilî cezayê darvekirinê li wan hat birîn, pişt re veguherandin cezayê heta hetayê. Dadgeha Bilind di sala 2003’yan de cezayê Akpolat pejirand. Parêzerê Akpolat dozê veguhezand Dadgeha Cezayê Giran a Ewropayê lê belê doz hat redkirin.    Akpolat niha li Girtîgeha Bolû ya Tîpa F tê girtin û di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Akpolat heta niha bi dorê li girtîgehên Bayrampaşa, Umraniye, Ermenek, Sêrt, Amed, Mûş, Rîze û Bolûyê hatiye ragirtin. Akpolat 19 sal in di hucreya yek kesî de tê ragirtin.   8 SAL ŞÛN VE HÎN DIBE ÎŞKENCE LÊ KIRIN E   Dayika Akpolat, Hanîfe Akpolat a 73 salî 27 sal in der bi derî li girtîgehan digere. Hanîfe Akpolat dema cezayê darvekirinê di sala 2002’yan de li lawê wê dibirin li korîdora DGM’ê ji ser hişê xwe diçe û çavê xwe li nexweşxaneyê vedike. Akpolat anî ziman ku dema lawê wê tê girtin nêzî mehek û nîvê di îşkenceyê de bimîne û di îşkenceyê de testîsên wî tên teqandin û ji bo vê yekê jî gelek caran emeliyat dibe û piştî 8 salan hîn dibe ku testîsên wî hatine teqandin. Akpolat got nexweşînên wek dil, gurcik, mîde, monik, romatizma û astimê bi lawê wê re hene. Akpolat anî ziman ku lawê wê piştî îkence lê hatiye kirin nexweş ketiye û got: “Dema Mehmet nû hat girtin mehek û nîv di îşkenceyê de hiştine. Însanek mehek û nîv di îşkenceyê de bimîne saxlem namîne. Di dema îşkenceyê de ceryanê dane laşê wî. Niha Mehmet di girtîgehê de extiyar bûye.”    DU CARAN KRÎZA DIL DERBAS KIRIYE    Hanîfe Akpolat destnîşan kir ku lawê wê piştî Girtîgeha Amedê birine Mûşê û Rîzeyê û niha ew li Girtîgeha Bolûyê ya Tîfa Tê ragirtin û ew du caran li ber deriyên girtîgehan krîza dil derbas kiriye û wiha got: “Çûyîn û hatinên me bi tengasî çê dibin. Me mal û milkê xwe tev li ser çûyîn û hatina girtîgehan û doza Mehmet da. Em carnan nikarin ji vir bi tenê biçin dîtina wî. Bi eziyeta li girtiyan dikin re li malbatan jî eziyetê dikin. Ev nêzî salek e ji ber koronayê em nikarin biçin dîtina Mehmet.”    ‘BILA EFÛYEK GIŞTÎ DERKEVE’    Akpolat anî ziman ku 19 sal in lawê wê di hucreya yek kesî de tê ragirtin û tenê daxwaza wan ew e ku ji bo girtiyên siyasî efûyek giştî were derxistin û got: “Beriya em bimirin em dixwazin zarokên me ji wan hepsan derkevin. Tenê daxwaziyek me heye. Ew jî vekirina deriyên zîndanan e.”    MA / Cengîz Ozbasar