ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2021'AN 2021-01-21 09:00:01 * Mehmet Akpolat ê 27 sal in li girtîgehên cuda hatiye ragirtin, 19 sal in di hucreya yek kesî de tê girtin. Dayika Akpolat, Hanîfe Akpolat a du caran li deriyên girtîgehan krîza dil derbas kiriye diyar kir ku ew salek e nikare biçe dîtina lawê xwe. * Derbarê Hevserokê HDP'ê yê Bedlîsê Rûmet Dûrsûn de doz hat vekirin. Dûrsûn, ji ber ku di daxuyaniya derbarê girtina Hevseroka KCD'ê Leyla Guvenê de axivîbû, bi îdiaya "pesinandina sûc û sûcdar" doz lê hatiye vekirin û tê xwestin 2 sal ceza lê bê birîn.    * Xurdefiroşê kuçe û kolanên Rihayê Hasim Telîk, bi ereboka xwe ya sêtekerî debara malbata xwe dike.    * Nûnerên sendîkayan anîn ziman ku di dema şewbê de derxistina ji kar a bi Kod-29’an zêdetir bûye. Nûneran destnîşan kir ku di bikaranîna vê kodê de divê mecbûriyeta îspatkirinê hebe û karker jî divê li hember vê kodê bitêkoşin.    * Piştî daxuyaniya Serokê AKP'ê û Serokomar Tayyip Erdogan a der barê reforma darazê de, bi dehan Kurd û siyasetmedarên HDP'ê û ESP'ê hatin girtin û şandin girtîgehê.    * Serokê SMMMO ya Wanê Îbrahîm Şahîn, destnîşan kir ku ji ber krîza aborî û şewbê esnaf hindik mane îflas bikin. Şahîn, anî ziman ku esnaf heqê baca dahateke bi dest nakeve dide û xwest deynên esnafan bên xerakirin.    * Hevseroka Giştî ya SES'ê Selma Atabey, anî ziman ku heya hin bend li ber pergala tenduristiyê ya heyî û pergala kapîtalîst neyên danîn, dê gelek şewb çêbibin û ev jî bi têkoşîneke civakî pêkan e.    * Kesên ku di vê sar û seqemê de û di şert û mercên pandemiyê de ji bo debara xwe bikin li kuçe û kolanan kaxezan berhev dikin, anîn ziman ku ji ber cezayên pereyî li wan tên birîn êdî xweşikî nikarin bixebitin.    * Rêxistinên hawirdorê bal kişandin ser teqîna li înşeata Santrala Nukleerê ya Akkûyûyê û destnîşan kirin ku ev nîşaneya ku dê di pêşerojê de bibe cihê felaketeke mezin. Hawirdorparêzan xwest projeya heyî bê rawestandin.    * Endama Desteya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê Parêzer Rûşen Şeydaoglû, civakîbûn, stûna xweparastinê ye û got: "Heger nêrîneke demokratîbûyî û nêrîneke civakî ya li ser asasê jinan bê avakirin, dê pêdivî bi xweparastinê nemîne."    * Li Edeneyê 2 endamên Meclîsa Jinan a Edeneyê bi boneya wêneyên jinên hatine qetilkirin daliqandin e 24 hezar lîre cezayê pereyan li wan hat birîn.    * Rêxistina HDP'ê ya Bajêr a Amedê di çarçoveya bernameya partiya xwe ya bi navê "Hevdîtinên kar û xwarinê" dê 2 rojan li Amedê bidome li avahiya xwe daxuyanî li dar bixe. (10.00)   * Danişîna doza têkildarî kuştina Surmî Înce ku derbarê çawişê pispor Alî Dagkiran de hat vekirin dê li Dadgeha Geverê were lidarxistin. (10.00)   * Şandeya KCD, DBP û HDP'ê dê li navçeya Misircê ya Sêrtê biçe serdana esnafan bike. (11.00)   * Hewldana Zanîngeha Demokratîk a Zanîngeha Stenbolê (ÎUDUG), bi daxwaza "Zanîngeha demokratîk, xweser û azad" dê li ber deriyê zanîngehê daxuyanî bide. (12.30)     * Rêxistina HDP'ê ya Bajêr a Stenbolê dê têkildarî çalakiya grevên birçîbûnê ya girtiyan li avahiya partiya xwe ya Kadikoyê daxuyanî bide çapemeniyê. (15.00)