14 sal derbas bûn, hîn jî rastiya kuştina Hrant Dînk aşkere nebûye 2021-01-17 09:01:47   STENBOL – Hrant Dînk, di 19'ê Çileya 2007'an de bi sûîkastekê hat kuştin. 14 sal derbas bûn lê belê hîn jî rastiya vê cinayeta navbirî nehatiye aşkerekirin. Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê Yetvart Danzîkyan, anî ziman ku kesên girêdayî îdealên Dînk, gava di zelalkirina vê tarîtiyê de israr bikin, dê ev yek gaveke din nêzî edalet bibe.    Gerînendeyê Weşana Giştî ya Rojnameya Agosê Hrant Dînk, di 19'ê Çileya 2020'an de li ber avahiya rojnameyê ya li Kolana Halaskar Gazî ya Şîşliyê ji hêla tetîkêş Ogun Samast ve hatibû kuştin. Çendî ku 14 sal derbas bûbin jî, lê belê hîn jî esehiya vê cinayeta navbirî baş nehatiye aşkerekirin. Ji ber vê cinayetê 8 jê girtî, 13 jê firar 77 kes tên darizandin. Heya niha li Dadgeha Cezayê Giran a 14'an a Stenbolê 121 danişînên dozê hatine lidarxistin. Danişîna 122'yan jî dê di 20'ê Çileyê de bê lidarxistin.    Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê Yetvart Danzîkyan, rewşa dawî ya cinayeta Dînk nirxand.    FIKIRA HIRANT Û ARMANCA AGOSÊ   Danzîkyan, anî ziman ku rojnameya wan di serdemeke wekî ya niha, serdemeke ku netewperestî gur bûbû de dest bi weşana xwe kiriye. Danzîkyan, bilêv kir ku derbarê Ermenîstan û ermeniyan de îthamên wekî "PKK'yî, bêsinet, alîkariya rêxistinê dike, Abdullah Ocalan ermenî ye" hatine kirin. Danzîkyan got: "Îthamên bi vî rengî dikirin. Me jî, ji bo ku em rastiyê rê mirovan bidin û ji bo ku em dengê ermeniyan ragihînin me gavek bi vî rengî avêt. Ji bo ku em pirsgirêkên li Tirkiyeyê bînin ziman, ji bo ku em rol û rista ermeniyan a di dîroka Tirkiyeyê de bidin der, ji bo ku em hebûna wan, çand û hunera wan ragihînin gelên Tirkiyeyê me gavek bi vî rengî avêt."    Danîzkyan, diyar kir ku wan xwestiye zimanê rojnameyê tirkî be û sedema vê jî bi vî awayî anî ziman: "Me dikaribû bi ermenkî jî weşana xwe bikira. Lê me xwest em hem xwe bigihînin tirkiyeyiyan hem jî xwe bigihînin ermeniyên bi ermenkî nizanin. Lewma piraniya rojnameyê bi tirkî û qismek jê jî bi ermenkî dest bi weşana xwe kir. Me xwest em bi vî awayî pêwendiyê bi civaka Tirkiyeyê re deynin. Fikira Hrant û armanca rojnameyê hem bibêje wekî hev in."    ‘BI HEV RE WÎ KIRIN HEDEF'    Danîzkyan, bilêv kir ku Hrant Dînk ji sala 2004'an ve hedef hatibû nîşandan û got: "Hrant, tim dixwest di televîzyonan de biaxife, tim dixwest diyalog bê danîn, dixwest di navbera Ermenîstan û Tirkiyeyê de, di navbera gelên Tirkiye û Ermenîstanê de diyalog bê danîn, dixwest derbarê neheqiyên ku li ermeniyan hatine kirin de hevrûbûyînek çêbibe. Dibe ku ji ber vana bûbe hedef, lê mekanîzma bi awayekî din xebitî. Hrant, di sala 2004'an de derbarê Sabîha Gokçenê de nivîsek nivîsî. Nivîseke ku dibe ku Gokçen ferdeke malbateke ermenî be. Piştî ku ev nivîs hat weşandin, di rojnameya Hurriyetê de bû manşet. Ji ber ku mesele Sabîha Gokçen bû, yanî mijareke tabûyî ya dîroka tirk. Serfermandariya Giştî piştî vê nivîsê daxuyaniyeke tund weşand. Eynî wekî ku pêl bişkokekê hatibe kirin, em leqayî xwepêşandanên ulkuciyan û netewperestan hatin. Dû re derbarê nivîseke Hrant de lêkolîn dest pê kir. Paşê veguherî dozê. Çendî ku pêzaniyê ji bo nivîsê got 'di vê nivîsê de tu unsûreke sûcî tune ye' jî, Dadgeha Bilind, Hrant tawanbar kir. Li wir Hrant, bi awayekî tevkariyî hedef hat girtin. Yanî dewlet, daraz û civaka netewperest Hrant kir hedef. Piştî vê hewldanên ji bo kuştina Hrant dest pê kirin û hat kuştin."    ‘DIVÊ ÇÛNA HRANT JI CIVAKÊ BÊ PIRSÎN' ‘   Danzîkyan, anî ziman ku her sal di 19'ê Çileyê di salvegera kuştina Hrant de gelek kes tên û ji wan "Ji bo we wateya çûna Hrant çi ye?" Danzîkyan, bilêv kir ku divê civaka Tirkiyeyê li ser bersiva vê pirsê hûr bibe û got: "Helbet ji bo me ermeniyên Tirkiyeyê, Rojnameya Agosê û malbata wî travmayeke mezin e. Lê belê yên ku divê muhasebeya kuştina Hrant Dînk bikin, civaka Tirkiyeyê ye. Nizanim dikin an na? Belê, piştî kuştinê 100 hezar kes tevli bîranîna wî bûn lê ev tenê nîşanek e. Hîn jî bi hezaran kes tevli bibîranîan wî dibin. Divê wateya vê ji van kesan bê pirsîn. Jixwe wateya wê ji bo me pir aşkere ye."    DARIZANDIN    Danzîkyan di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser doza derbarê vê cinayetê de û got: "Hîn jî encamek bi dest neketiye. Ji lewra ji kesên ku diviyabûn bên darizandin tenê hin jê hatin darizandin. Daxwazên din ên parêzeran nehatin bersivandin. Parêzeran xwestibû elemanên MÎT'ê yên tevli hevdîtina li walîtiyê bûbûn jî bên darizandin. Ewilî bi erênî nêzî vê daxwazê bûn, lê paşê dev jê berdan. Jixwe derbarê nivîsên MÎT'ê de bersiv jî nehat dayîn. Yanî di pêvajoya darizandinê de daxwazên kesên ehlê edaletê pêk nayên. Belê, di demên dawî de lezûbeziyek çêbû, lê hîn jî esehiya wê beyan nebûye. Lewma divê bê daxwazkirin ku kesên tevli vê tarîtiyê bûne û ferman dane bên zelalkirin. Kesên girêdayî îdealên Dînk, gava di zelalkirina vê tarîtiyê de israr bikin, dê ev yek gaveke din nêzî edalet bibe."    MA / Ferhat Çelîk