ROJEVA 17'Ê ÇILEYA 2020'AN 2021-01-17 09:00:26   * Rojnameger Berîtan Sarya, sedema êrîşên hêzên çekdar û paramîlîter ên li dijî Eyn Îsayê wekî "Kula Kobanê" ya di dilê Erdogan de pênase kir û wiha got: "Êrîşa li dijî Eyn Îsa li berxwedana şervanên herêmê rast hat. Êrîş negîhişt armanca xwe. Piştî ENKS'ê bi rayedarên Tirk re hevditin kir paşve zîvirin. ENKS û PDK'ê pişta xwe dane Tirkiyeyê lê ENKS û PDK lê li gel Tirkiyeyê winda bikin.    * Serokê VANODER’ê Reşat Yeşîlagaç, diyar kir ku di pêvajoya şewbê de, girtina deriyê sînor bandoreke mezin li sektora turîzmê kir û got: “Ji 50 otelên li bajêr 15 jê hatin girtin.   * Hrant Dînk, di 19'ê Çileya 2007'an de bi sûîkastekê hat kuştin. 14 sal derbas bûn lê belê hîn jî esehiya vê cinayeta navbirî nehatiye aşkerekirin. Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê Yetvart Danzîkyan, anî ziman ku kesên girêdayî îdealên Dînk, gava di zelalkirina vê tarîtiyê de israr bikin, dê ev yek gaveke din nêzî edalet bibe.    * Karkerên depoyê yên Mîgrosê, ji ber ku endamê DGG-SEN'ê bûne rayedaran destûra bêheq dabûn wan. Karkerên ku 11 roj in li ber xwe didin gotin: "An em ê vegerin ser kar an em ê vegerin ser kar. Wekî din tu çare tune ye."    * Kesên teqawidbûyî anîn ziman ku her diçe şert û mercên wan ên jiyanê zehmetir dibin û di dema îqtidara AKP'ê de pirsgirêkên wan ên aborî zêde bûne û gotin: "Gora me hatiye kolandin."    * Dadgehê biryar dabû ku 303 karkerên ku rêveberiya qeyûm a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ew ji kar derxistine, vegerin ser karê xwe. Lê belê qeyûm hîn jî karê wan nedaye wan. Karkeran anî ziman ku di mulaqatê de pirsên wekî "hevalê Barbieyê kî ye?" pirsîne.    * Nûnerê Komeleya Hêza Kedê ya Îzmîrê Şahîn Başaraner, bal kişand ser pirsgirêkên ku karker di dema şewbê de bi wan re rû bi rû mane û ji bo meaşê kêm jî destnîşan kir ku karker mehkûmî birçîbûnê hatine kirin.    * Polîsan nehiştibû HDP'a Mêrsînê derbarê çalakiyên greva birçîbûnê de daxuyaniyê bide. Hevserokê HDP'a Navçeya Yenîşehîrê Emrah Denîz jî li ber polîsan rabûbû. Ji ber vê 789 TL ceza li Denîz hat birîn.    * Midûriyeta Jinan a Şaredariya Silopiyayê, li dijî destavêjî û tahdeya li jin û zarokan tê kirin, li tax û gundan mal bi mal digere û jinan serwext dike.