ÎHD: Girtiyê nexweş Kemal Ozçelîk serbest berdin 2021-01-16 14:16:43   STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê di çalakiya “Rûniştinia F" de bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û xwestin girtiyê nexweş Kemal Ozçelîk serbest berdin.   Komîsyona Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, bi armanca balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş çalakiya "Rûniştina F" di hefteya 460’an de dîsa ji ber Şewba Vîrûsa Corona (Covid-19) bi rêya vîdeo li ser înternetê parve kirin. Komîsyonê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê Nexweş Kemal Ozçelîk ê li Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 1 Tekîrdagê. Li ser navê ÎHD'ê Endamê Komîsyonê Mehmet Acettin,  daxuyanî da. Acettin, anî ziman ku bi hinceta şewba vîrûsê êdî girtiyan nabin nexweşxaneyan û pêdiviyên wan nayên pêşazîkirin û wiha got: "Girtîgeh bi taybetî cihê rîskê ne. Divê wekî cihê rîskê yên sereke bên nasîn. Kemal Ozçelik, ji sala 1994'an heta niha girtî ye. Di sala 2003’an de qeyrana dil derbas kir. Her çend damara wî guhertin jî nexweşiya wî her ku diçe giran dibe. Girtiyê nexweş Ozçelîk ji ber nexweşiyên xwe êdî nabîne. Di dest, pîyê wîde nexweşî zêde bûne. Êdî nikare bi hêsanî nefesê bistîne. Di sala 2020'an de hat muayinekirin û hat dîtin ku nexweşiyên wî bêtir lê giran bûne. Saziya Tipa Edlî, rapora ji sedî 71 astengdare da Ozçelik. Ji bo Ozçelik bê berdan serî li rayedaran dan, lê ev daxwaz hat redkirin. Ji ber vê yekê talûkeya li ser jiyana Ozçelîk berdewam dike. DivêKemal Ozçelik û hemû girtiyên nexweş demek berî demekê serbest bên berdan."