ROJEVA 16'Ê ÇILEYA 2020'AN 2021-01-16 09:00:12 * Endamê Desteya Rêvebir a Hawirdorê ya Meletiyê Hasan Kaya, destnîşan kir ku RES û HES'ê derbarê wan de raporên "pêdivî bi ÇED'ê" tune ye hatine dayîn, di jiyana mirovan û xwezayê de dibin cihê texrîbatên mezin. * Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Walî Mehmet Emîn Bîlmez daxuyand ku ji bo 9 milyon TL deyn, dê Namzetê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Necdet Takva bide ber îcrayê. Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Mûstafa Avci ku qeyûm tayinî şûna wî hatiye kirin, anî ziman ku "ji ber ku berjewendiyên wan li hev derneketine" wiha bûye.   * Îdianameya derbarê nelirêtiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê de ku qeyûm tayinî wê hatiye kirin, hat amadekirin. Di îdianameyê de hûrguliyên ecêb hene. Di îdianameyê de hûrguliyên 3.6 milyon TL bertîlê hene û behsa zext û zoriyên xwarziyê qeyûm hatine kirin ku li gor dilê xwe îhale dane kîjan fîrmayan.    * Mevlut Kaplan ku bi KHK'ê hatibû îxrackirin, serî li dadgehê dabû. Lê belê ji ber dozeke derbarê birayê wî de serlêdana wî hat redkirin.    * Kasim Dayangaç ê 65 salî bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin. Polîsan kurekî wî kuştiye, yek jê ji ber cezayê girtîgehê bûye penaber û yek jê jî ji ber tahdeya li malabatê têkirin terka malê kiriye û ji zû de xeber jê nayê girtin.    * Derhêner Ozkan Ûlûcan ku ji bo zaravayê kirmanckî winda nebe li gel Sevîm Kahraman bi navê "Klamlarin Ardinda Dersim Sanatçilari" dest bi amadekariya belgefîlmeke metrajdirêj kiriye got: "Em ê bi zimanê deng û dîtbariyê behs bikin ku bê ka çi ji dest me diçe."    * Jinên stenbolî anîn ziman ku pêwendiya tahdeya li jinan tê kirin û cinayetên diqewimin bi tecrîda li Îmraliyê re heye û gotin: "Kuştina jinan jî perçeyek tecrîdê ye. Divê bandorên wan baş bên vegotin."    * Cîgira Serokatiya Giştî ya Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Menîce Gulmez, anî ziman ku ji roja ku ji bo damezrandina partiyê serlêdan kirine heya niha 32 partî hatine avakirin û ji bo astengiya li pêşiya wan hatiye danîn got: "Hebûna me, wan nerihet dike."      * Xizmên windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê dê çalakiya "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" doi hefteya 623'An de berdewam bikin. (11.00)    * Dayikên Şemiyê, bi boneya winda bên bên dîtin û faîl bên cezakirin dê di hefteya 825'an de çalakiya xwe bi rêya online pêk bînin. (12.00)   * Înîsiyatifa Girtiyên Nexweş ya Enqereyê bi boneya balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş dê di hefteya 332'an de çalakiya xwe bidomînin. (12.00)   * Komîsyona  Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê bi boneya balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş dê di hefteya 460'an de çalakiya "Rûniştina F" pêk bînin. (13.30)