ESP'ê banga têkoşîna hevpar li muxalefetê kir 2021-01-15 14:41:00   AMED – Alîkara Hevserokên Giştî yên ESP’ê Beycan Taşkirin, bertek nîşanî operasyonên li dijî partiya xwe da û banga têkoşîna hevpar li muxalefetê kir.    Duh di saetên şevê de li 12 bajaran polisan bi ser mal û rêxistinên ESP’iyan de girtibûn û Hevseroka Giştî ya ESP’ê Ozlem Gumuştaş jî di nav de 48 kesan binçav kiribûn û gelek amûrên li mal û rêxistinan jî desteser kiribûn.  Rêxistina Partiya Sosyaslîst a Bindestan (ESP) a Bajar a Amedê, bi armancaşermezarkirina van binçavkirinan li Parqa Xezal a Yenîşehîrê daxuyaniyek da çapemeniyê. Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan, Alîjarê Hevserokên Giştî yên ESP’ê Beycan Taşkiran, rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Komunîstên Kurdistanê (KKP), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Hêza we têr nake, em ê qezenç bikin” hat vekirin û timik dûrişmeyên “Li dijî faşîzmê em mil bidin hev” û “Zext nikarin me têk bibin” hatin berzkirin.    BANGA TÊKOŞÎNA HEVPAR   Di daxuyaniyê de Alîkara Hevserokên Giştî yên ESP’ê Beycan Taşkirin axivî û diyar kir ku wê operasyonên desthilatê yên li dijî muxalefetê bê encam bimînin û bang li muxalefetê kir ku têkoşîneke hevpar bidin.    Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan jî diyar kir ku armanca êrişa li dijî ESP’ê hevserokatiyê û hemû jinan e. Gokkan, êrişê şermezar kir û banga tekoşînê kir.    Daxuyanî bi peyamên piştevaniyê yên rêveberên KKP,HDP û TÎP’ê yên ji bo ESP’ê bi dawî bû.