Ji ber barîna berfê rêya 289 wargehan hat girtin 2021-01-15 10:54:07   COLEMÊRG - Li Colemêrgê ji ber barîna berfa zêde rêya 289 gund û wargehan hat girtin.    Li Colelêrg û navçeyên wê ji şevê din ve berfek zêde dibare. Ji ber berfa zêde li Navenda Colemêrgê rêya 21 gund û 47 gundikan, li Navçeya Şemzînanê rêya 18 gund û 69 gundikan, li Navçeya Geverê rêya 57 gund û 77 gundikan bi giştî rêya 289 gund û wargehan hatin girtin. Xebatên vekirina rê didome.