Dr. Karakoç: Pêvajoya derzîkirinê aloz e 2021-01-15 10:03:22 ENQERE - Serokê Odeya Tabîban a Enqereyê Dr. Alî Karakoç, bal kişand ser aloziya pêvajoya derzîkirinê û wiha got: “Divê teqez kesên 65 salî û mezintir bi 3 dozan bên derzîkirin."    Alozî û niqaşên der barê derzîkirina li dijî vîrûsa corona li Tirkiyeyê didome. Ji Çinê 3 milyon doz derziyên CoronaVac ên li dijî vîrûsê anîn anîn Tirkiyeyê. Derziyên anîn Tirkiyeyê li 81 bajaran belav kirin. Li tevahiya Tirkiyeyê nêzî 1 milyon û nîv xizmetkarên tenduristiyê hatin derzîkirin. Xizmetkarên tenduristiyê piştî randevî stendin, dikarin li saziyên xwe yên tenduristiyê bên derzîkirin. Li gorî daxuyaniya Wezîrê Tenduristiyê Fahrettin Koca dê cara ewil xizmetkarên tenduristiyê û kesên 65 salî û mezintir bên derzîkirin. Lê derziyên CoronaVac ên ku ji derve anîn Tirkiyeyê, ji bo kesên 65 salî û mezintir bi awayekî 3 caran nehatiye amadekirin. Divê kesên bên derzîkirin piştî 28 rojan cara duyemîn bên derzikirin. Lê pirsa 'Ji bo cara duyemîn dê li benda derziyên duyemîn bên rawestandin? An jî dê 3 milyon dozên hatine Tirkiye wê bikin du par û xizmetkarên tenduristiyê derzî bikin? nayê zanîn.    NEDIYARÎ HEYE    Têkildarî derzîkirin û pêvajoya derzîkirinê Serokê Odeya Tabîban a Enqereyê (ATO) Dr. Ali Karakoç, anî ziman ku nediyariyek heye û wiha got: "Têkildarî van pirsên bê bersîv, tu agahî û daxuyanî di destê me de tune. Dîsa dane jî di destê me de tune ye. Tenê tişta em dizanin 3 milyon doz derzî hatine Tirkiyeyê. Lê ev derzî wê çawa bên parvekirin û çawa têxin meriyetê em nizanin. Eger 2 caran derzî bikin divê 3 milyonan bikin du par. Ev jî tenê têra xizmetkarên tenduristiyê dike. Ji destpêka şewba vîrûsê heta niha pêvajo zelal nehat birêvebirin. Cemawerî rast û baş nehat agahdarkirin. Hevkariyek rast û baş bi xizmetkarên tenduristiyê re nekirin.    JI BO KESÊN 65 SALÎ Û MEZINTIR DERZIYÊN 3 CARAN TUNE   Karakoç, anî ziman ku divê li Tirkiyeyê derziyên ji bo coronavirusên din jî derzî hebin û wiha axivî: “Li gorî pêşniyara Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê bernameya derzîkirinê hatiye amadekirin, lê  hêj di destê me de 3 fazên CoronaVac ên ji bo kesên 65 salî û mezintir tune ye. Ev dane di destê tu kesan de tune ye. Divê kesên 65 salî û mezintir teqez 3 caran derzî bibin.    DIVÊ DERZIYÊN FAZ'A 3'EMÎN BÎNIN   Karakoç, da zanîn ku derziyên coronavîrusê yên ji bo kesên 65 salî û mezintir bi 3 fazan in û wiha bi dawî kir: "Elimandina derziyê  pir girîng e. Divê her kes bê pere û wekhev bên derzîkirin. Niha em nizanin kesên 65 salî û mezintir dê çawa bên derzîkirin. Ji ber vê yekê divê teqes kesên 65 salî û mezintir 3 caran bên derzîkirin      Saziya Cîhazên Tibbî û Îlacan a Tirkiyeyê ku girêdayî Wezareta Tenduristiyê ye heta niha tu agahî bi mere parve nekirine. Yekîneya Tabiban a Tirk (TTB) û odeyên tabiban daxuyanî dan. Me xwest Lijneya Zanistî Saziya Cîhazên Tibbî û Îlacan a Tirkiyeyê agahiyan zelal bi raya giştî re parve bikin. Lê tu daxuyanî nedan. Em dixwazin agahiyên zelal bi raya giştî re parve bikin.b    Karakoç, da zanîn ku ji bo bên derzîkirin randevî stendine û teqez wê derzî bibin.    MA / Zemo Aggoz