Şaredariya Cizîrê dest ji karê dezenfektekirinê berda! 2021-01-15 09:12:40 ŞIRNEX – Şaredariya Cizîrê dest ji karê dezenfektekirinê berda. Ji ber vê welatiyan telefonî Midûriyeta Karên Paqijiyê ya Şaredariyê kirin, lê belê midûriyetê ji wan re got: "Ekîbên me yên dezenfektanê tune ne." Welatî, bi derfetên xwe dezenfekteyê dikin. Şaredariya Cizîrî li navçeyê dest ji kar û barê dezenfektekirinê berda. Ji ber vê welatî serî li şaredariyê dan, lê belê şaredariyê ji wan re gotiye, ekîbên dezenfektanê tune ne.    Welatiyekî ku birayê wî ji ber şewba Covîd-19'ê rakirine nexweşxaneyê, xwe gihandiye xebatkarên şaredariyê û ji wan re gotiye: "Birayê min rakirin nexweşxaneyê û testa wî pozîtîf derketiye. Fikarên me hene. Bi qasî ku ez dizanim şaredariyê malên ku şewba Covîd-19'ê lê peyda dibûn dezenfekte dikir. Dixwazim werin mala me jî dezenfekte bikin. An jî ez ê ji bo deenfektanê çawa serlêdanê bikim?" Welatî anî ziman ku xebatkarê şaredariyê jê re gotiye: "Êdî ew ekîba dezenfektanê tune ye. Êdî naçin malan dezenfekte nakin. Ewilî dihat kirin, lê niha nayê kirin. Kêmasiyek mezin e, lê mixabin karê dezenfektekirinê nayê kirin."    ŞAREDARIYÊ DEZENFEKTE NEKIR, DU KES BI COVÎD-19'Ê KETIN    Welatiyê ku şaredariyê mala wî dezenfekte nekir, ji mecbûrî bi derfetên xwe mal dezenfekte kir.    Welatî diyar kir ku lê belê piştî 3 rojan li malê kesekî din jî bi Covîd-19'ê ketiye û got: "Me ew bir nexweşxaneyê, testa wî jî pozîtîf derket. Me bi derfetên xwe 4 qutiyên dezenfektanê kirîn û me mala xwe dezenfekte kir. Lê heger ekîbên şaredariyê bihatana, dibû ku kes ji malbatê pê neketa. Lê nehatin. Her kes nikare dezenfektanê bikire. Ev karê şareadriyê ye."    ŞAREDARÎ: XEBATEKE ME YA BI VÎ RENGÎ TUNE YE    Piştî vê me jî telefonî Midûriyeta Karên Paqijiyê ya Şaredariya Cizîrê kir. Midûriyetê got: "Xebateke me ya bi vî rengî tune ye. Mehek şûn de em ê ji bo kêzikan demran bireşînin. Lê niha karê me yê dezenfektenê tune ye. Di destpêka şewbê de hebû, lê niha tune ye. Em nizanin bê wê bê destpêkirin an na."