Nexweşxaneya taybet ji bo rojekê 4 hezar TL xwest 2021-01-15 09:07:47 MÊRSÎN - Xizmê nexweşekî anî ziman ku Nexweşxaneya Medîcal Park a Mêrsînê ji bo tedawiya li serwîsa pandemiyê 4 hezar TL ji wan xwestiye û nexweşên pereyên wan tune ne, li nexweşxaneyên taybet bi mirinê re rûbirû tên hiştin.  Şewba Covîd-19'ê bêedaletiya sosyo-aborî jî xuyangtir kir. Li Mêrsînê nexweşxaneyên taybet ji bo serwîsên pandemiyê rojê 4-6 hezar TL'yî dixwazin.    ROJÊ 4 HEZAR TL    Bekîr Sikti Keçecî yê 61 salî xizmekî xwe yê 80 salî biriye Nexweşxaneya Medîcal Park a Navçeya Mezîtlî ya Mêrsînê. Keçecî, bilêv kir ku roja serwîsên asayî 400 TL ye, lê belê rayedaran ji wan re gotiye heger li serwîsa pandemiyê bimîne rojê dê 4 hezar TL'yî bigrin. Keçecî got: "Me got sîgorteya nexweşê me heye. Gotin, ferq nake."    ‘PEREYÊ TE TUNE BE, TU BI MIRINÊ RE RÛ BI RÛ DIMÎNÎ'    Keçeçî, anî ziman ku nexweşîna nexweşê wan KOAH e, lê belê semptomên vê nexweşînê û ya şewbê heman semptom in. Keçecî, bilêv kir ku gava li serwîsa pandemiyê be û test negatîf derkeve jî ji bo 20-25 rojên li nexweşxaneyê 80-100 hezar TL tê stendin.    Keçecî, anî ziman ku ji ber vê ji bêgavî nexweşê xwe birine Nexweşxaneya Dewletê ya Erdemliyê û got: "Ev tişt kirine tiştekî bazirganiyê. Di vê pêvajoyê de pereyê te tune be, tu bi mirinê re rû bi rû têyî hiştin."    Nexweşekî ku li nexweşxaneyeke taybet li serwîsa pandemiyê 8 rojan tedawî bûye û nexwest navê wî bê aşkerekirin, derpêş kir ku ji bo 8 rojan 50 Tl daye.    Têkildarî van îdiayan me telefonî Berpirsiyarê Ragihandinê yê Nexweşxaneya Medîcal Parkê Ozgur Gok kir. Gok, îdiayên navbirî red kirin û nikarin tarîrefyên tedawiyê aşkere bikin.    MA / Omer Akin