Ji Walîtiya Êlihê qedexeya ‘grevên birçîbûnê’ 2021-01-14 16:32:14   ÊLIH - Walîtiya Êlihê, ji ber çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike, çalakiyên derdora girtîgehê bên lidarxistin, qedexe kir.    Çalakiya greva birçîbûnê ya ku girtiyan li dijî tecrîda girankarî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dan destpêkirin di roja 49’emîn de dewam dike. Walîtiya Êlihê, ji ber çalakiya greva birçîbûnê, heya 14 rojan çalakiyên li derdora Girtîgeha Tîpa M a Êlihê bên lidarxistin qedexe kirin.