Ji bo muxtarê pirsgirêkên taxê vegotin lêpirsîn hat destpêkirin 2021-01-14 14:56:20 WAN - Muxtarê Taxa Karşiyaka ya navçeya Şaxê Şeref Balka, ji ber pirsgirêkên avê yên şêniyên taxê dijiyan vegot, rayeyên wî ji dest hatin girtin û derbarê wî de lêpirsîn hat destpêkirin.   Muxtarê Taxa Karşiyaka ya navçeya Şaxê ya Wanê Şeref Balka, piştî derbarê pirsgirêkên avê yên li taxê tên jiyîn de roportaj da, hemû rayeyên wî ji dest hatin girtin û derbarê wî de lêpirsîn hat destpêkirin.    Midurê Karê Nivîsê yê Qeymeqamtiya navçeyê, biryar di saetên serê sibê de bi telefonê ji Balka re ragihand. Hat hîn bûn ku miduriyetê bi hinceta Balka “dijber axiviye” rayeyên wî ji dest girtine.   Muxtar Balka, di roportaj ku duh dabû Ajansa Mezopotamayayê (MA) de diyar kiribû ku şêniyên taxê, ji bo ku pêwîstiya xwe ya avê pêşwazî bikin neçar dimînin ku bi kaş û kendalan ve bikişin. Balka, ragihandibû ku Waliyê Wanê Mehmet Emîn Bîlmez, derbarê mijarê de, ji wî re bersiva “Ma berê av hebû” da bû.