Girtiyê 83 salî Ozkan dîsa bernedan 2021-01-14 14:26:29   EDENE - Danişîna doza Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî ku 24 sal in girtî ye, li 7'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê pêk hat. Dadgehê dîsa Ozkanê nexweş û kal serbest berneda.      Danişîna doza Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî ku 24 sal in girtî ye, li 7'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê hat dîtin. Ozkan ji ber temenê mezin û nexweşiyê nekarîbû tev li danişînê bibe. Parêzerê Ozkan tev li danişînê bû. Parêzeran bal kişand ser temen û nexweşiyên Ozkan û xwest Ozkan bê berdan. Lê heyeta dadgehê daxwaza parêzeran red kir û biryar da ku Ozkan dîsa girtî bê darizandin. Heyetê bi hinceta doza li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmirê ya têkildarî doza Lîcê bi encam nebûye, biryar da ku Ozkan girtî bê darizandin. Heyetê danişîna doza Ozkan taloqî 6'ê Gulanê kir.      Mehmet Emîn Ozkan, ji kuştina Tuxgeneral Bahtiyar Aydin a sala 1993’an berpirsyar hat girtin û cezayê muebbetê lê hatiye birîn. Ozkan 24 sal in girtî ye. Ozkan, li gel ku nexweş e û rewşa wî giran e jî nayê berdan.