Li Îranê di 10 rojan de 32 ciwanên kurd hatin girtin 2021-01-14 13:56:53 NAVENDA NÛÇEYAN - Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê, daxuyand ku li Îranê di nava 10 rojan de, xwendekarên zanîngehê jî di nav de herî kêm 32 ciwanên kurd hatin girtin.   Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê (KMMK), rewşa ciwanên kurd ên li Îranê yên di nava 10 rojan de hatin binçavkirin û girtin, di rûpela xwe ya înternetê de parve kir. Li gorî KMMK’ê, xwendekar Sohîb Badroj, Farzad Samanî, Darya Talebanî, Şîrvan Norî, Salar Rahvî, Shapol Khezrî û Afshîn Mam Ahmad ên ku li Zanîngeha Kharazmî ya Tehranê dixwendin, hatin girtin.   ÎŞKENCE   Dîsa li bajarê Rabatê Bahman Yusef Zadeh, Farhad Mosa Pûr û Farîdon Mosa Pûr, li Merîwanê Zanyar Mohtamedî, Şirvan Karim Nizhad, Karvan Minoei, Karo Alîdad, Jabar Pîrouzî û Selman Advaeî, li Hewramanê Sîamak Mansourpour û Akram (Mohammad) Advaei, li Sînê Aram Yousef, li Naqadehê Abdullah Hajî Ahmadî, Peyman Hajî Ahmadî û Bayan Gelavij Abdolahî, li Bokanê Azîmah Naserî û Hoseîn Gardeshî û du kesên din ên navên wan nehatin zanîn. KMMK’ê, diyar kir ku îşkence li kesên hatine girtin, hatiye kirin.