Dadger ji Hevşaredar pirsî: Tu tev li civina danasîna namzetan bû ya na? 2021-01-14 13:54:54   AMED - Danişîna doza Hevşaredarê Erxeniyê Ahmet Kaya li 8'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Dadger di danişînê de ji Hevşaredar Kaya pirsa "Tu di çarçoveya xebatên hilbijartina rêveberiyên herêmî de beşdarî civîna danasîna namzetan bû ya na?" kir.    Danişina doza Hevşaredarê Erxeniya Amedê Ahmet Kaya li 8'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Dozger bi îdeaya "Endamdiya rêxistinê" doz li Kaya vekiribû. Di danişîna dozê de Kaya û parêzerê xwe Sitki Zilan amade bûn. Di danişîna dozê de Dadger ji Kaya pirsa "Xebatên siyasî yên di navbera 2018 û 2019'an de" pirsî. Kaya, anî ziman ku di 2018'an de ne endamê tu pirtiyan bû û di hilbijartina 31'ê Adara 2019'an de ji HDP’ê bû namzetê Hevşaredariya Erxeniyê. Kaya da zanîn ku yekem car bû endamê HDP’ê.    Serokê Heyeta Dadgehê dîsa ji Kaya pirsa "Tu beşdarî civîna danasina hevşaredarên HDP’ê ya 2019'an bû ya na? pirsî. Kaya,  jî anî ziman ku beşdarî vê civînê bûye. Dîsa dadger pirsa "Tu tev li merasima cenazeyê Zulkuf Gezen e li Girtîgeha Hêjmar 2 a Tekirdagê li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anî bûye ya na? pirsî. Kaya, anî ziman ku tev li merasima cenaze nebûye. Heyetê piştî danişînê doz taloqî 30'ê Adarê kir.