Li Mêrsînê jinek hat binçavkirin 2021-01-14 13:54:22   MÊRSÎN - Li navçeya Toroslarê, di serdegirtina malê de jinek hat binçavkirin.    Li Taxa Yalinayak a girêdayî navçeya Toroslar a Mêrsînê, di serdegirtina malê de Guldem Hantaş a 24 salî hat binçavkirin    Hat diyar kirin ku polîsên hêzên taybet bi ser mala Hantaş de girtin û ji ber di sala 2016’an de, li Îzmîrê beşdarî çalakiyê bûye, hat binçavkirin. Hantaş a di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê bi rêve bir de hat binçavkirin, li Miduriyeta Polîsan a Mêrsînê tê girtin.