Walî derziya koronayê li xwe nexist 2021-01-14 13:29:03   AMED – Waliyê Amedê Munîr Karaloglû û protokola dewletê, kêliya dawî dev ji dezîbûna koronayê berda û xwe derzî nekirin.   Piştî ku duh Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca derziya koronayê li xwe xistibû, Waliyê Amedê Munîr Karaloglû û protokola dewletê, ragihandibû ku dê îro saet di 10.00’an de ew ê jî li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîlê derzî li xwe bixin. Lê di kêliya dawîn de dev ji vê biryarê hat berdan û Walî Karaloglû protokole derziya koronayê li xwe nexistin. Ji ber vê yekê tenê Midurê Tenduristiyê yê Bajar Cîhan Tekîn û xebatkarên tenduristiyê hatin derzîkirin.    Li aliyê din hat hînbûn 27 hezar û 560 derzî hatine Amedê. Li bendê ye ku 22 hezar xebatkarên tenduristiyê tev bên derzîkirin.