Li Peyasê cewrikek şewitî hat dîtin 2021-01-14 11:45:19   AMED - Li ser cadeyeke navçeya Peyasê cewrikek şewitî hat dîtin.   Welatiyan, li ser Cadeya Nazim Hikmet a navçeya Peyas a Amedê cewrikekî hatibû şewitandin dîtin. Welatiyan ev hovitî bi kamerayên telefonan kişandin û bi parvekirina medya civakî bertek nîşanî vê hovîtiyê dan. Welatiyan xwest ku kesên bi îşkenceyê cewrik qetilkirine bên dîtin.