Yek ji çalakiyên serhildana sivîl greva birçîbûnê 2021-01-14 10:21:25 AMED - Çalakiyên greva birçîbûnê li cîhanê û Tirkiye gelek caran bûn roievên sereke û gihiştin armanca xwe. Niha jî li Tirkiyeyê girtiyên siyasî 49 rojin li dijî tecrîdê di grevê de ne. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Abdullah Zeytun, têkildarî greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wiha got: "Ji bo çalakiya greva birçîbûnê bi dawî bibe, divê hemû binpêkirinên mafan bi dawî bibe."    Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 22 salin li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di tecrîdê de girtî ye. Ji ber tecrîda li Îmraliyê didome, girtiyên PKK û PAJK'ê di 27'ê Mijdara 2020'an de li dijî tecrîdê bêdem û bi dorvegera 5 rojan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Çalakiya girtiyên siyasî di roja 49'an de bi koma 10'an didome.    DI DÎROKÊ DE ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ    Di dîroka cîhanê de gelek caran çalakiya greva birçîbûnê wekî “bêîteatiya sivîl" pêş ket. Kesên ku neheqî li wan an jî der û dora wan tê kirin, bi armanca vê yekê şermezar bikin dest bi greva birçîbûnê dikin û doza mafê xwe dikin. Di sala 1991'an de di Danezana Malta de Greva Birçîbûnê ji bo kesên di çalakiyê de wekî "Kesên aqilê wan li serê wan, bi vîna xwe biryar dane û ji ber vê yekê di nava demek diyar de xwarinê red dikin." Li gorî danezanê çalakiya greva birçîbûnê û întîhar ji hev cuda ne. Bêtir çalakiyek şermezarkirinê ye û di aliyê tibbî de ne pirsgirêk e. Çalakiyek civakî-politik e. Di çalakiyên greva birçîbûnê de xwarin tê boykotkirin. Çalakiya bêdem û bêdorveger û çalakiya bi dorveger heye.    ARMANC ÇIYE?    Çalakiyên greva birçîbûnê hem li cîhanê û hem jî li Tirkiyeyê bi armanca mafê xwe yê zagonî, hiqûqî û mirovî bi dest bixe dest pê dikin. Bi taybeti kesên azadiya wan ji destê wan tên girtin dest bi vê çalakiyê dikin. Dîsa kesên ku ji xeynî bedena wan tu amûrê têkoşînê û rêyên têkoşînê di destê wan de namîne serî li vê rêbazê didin. Komelay Mafên Mirovan  (ÎHD) jî diyar dike ku armanca çalakiya greva birçîbûnê ne mirin e, lê dibe carna bi mirinê jî bi encam dibe.    LI CÎHANÊ ÇALAKIYEN GREVA BIRÇÎBÛNÊ    Di dîroka cîhanê de yekem car çalakiya greva birçibûnê di serdema Împaratoriya Roma de pêk hat. Ji ber li kesên xirîstiyan zext hatin kirin, li Hindistanê kesên mexdûr bûn serî li vê rêbazê dan. Disa di salên 1930’an de li Hîndîstanê Mahatma Ghandî yê di bin dagirkeriya Împaratoriya  Îngîlîstanê de bû, dest bi çalakiya “ahimsa” a li gorî felsefeya bêîteatê kir. Di dîroka tekoşîna polîtîtik de herî zêde Îrlandayî derdikevin pêş. Di dîrokê de yekem car bi awayekî girseyî di sala 1880'an de pêş ket. Çalakiya herî girseyî di sala 2013'an de li Eyaleta California ya DYA'yê li girtîgehan bi tevlêbûna 30 hezar girtiyan pêk hat. Dîsa herî demdirêj li Hindistanê pêş ket.    Li Tirkiyeyê jî yekem car di 27'ê Gulana 1960'an de piştî darbeya eskerî Nazım Hikmet bi 2 rojan dorveger beriya ku Denîz Gezmiş, Yusuf Aslan û Huseyin Înan bên darvekirin, di 1972’an de dest bi çalakiya grevê kir. Herî zêde piştî darbeya eskerî ya sala 1980'an li Zindana  Amedê bi rojiya mirinê ket rojeva Tirkiyeyê. Girtiyên siyasî yên li dijî xertên xerab û îşkenceyê li Zindana Amedê di sala 1982'an de ketin grevê ji bo daxwazên wan pêk hetani ketin rojiya mirinê. Ji wê demê heta 1996'an dem bi dem li zindana Amedê çalakiyên greva birçîbûnê berdewam kir. Di çalakiyên greva birçîbûnê de 29 kesan jiyana xwe ji dest dan.  Li Tirkiye çalakiya herî zêde belav bû, di navbera 2000-2007'an de ku bu sedema mirina 68 kesan e. Girtiyên siyasî li dijî tîpa F dest bi çalakiyê kirin û Dîsa çalakiya girtiyên siyasî ya li dijî tecrîdê di 12'ê Îlona 2012'an û 2016'an de jî li Tirkiye belav bû. Girtiyên siyasî li dijî tercîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 12'ê Îlona 2012'an de dest pê kir û 68 rojan berdewam kir. Di 2016'an de 8 rojan û di 2018’an de jî bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven 200 rojan berdewam kir. Di 2019’an de jî 30 girtî bi heman armancê ketin rojiya mirinê.    Di 2017'an de li Dersîmê Kemal Gun ji bo hestiyê kurê xwe bistîne ket grevê. Dîsa Semih Ozakça û Nuriye Gulmen  ên bi KHK'ê hatin îxrackirin ji bo mafê xwe bistînin ketin grevê. Di sala 2020'an de endamên Grup Yorum Helin Bolek ket rojiya mirinê û piştî 288 rojan jiyana xwe ji dest da. Îbrahim Gokçek jî piştî 323 rojan jiyana xwe ji dest da. Mustafa Kocak û Prz. Ebru Timtik jî ji bo darizandina bi edalet ketin rojiya mirinê û jiyana xwe ji dest dan.    Li gorî rapora Yekîtiya Tabîban a Tirk (TTB) a 5'ê Gulana 2019'an jî di 20 salên dawî de girtî bêtir li dijî tecrîd û izolasyonê ketin grevê.    Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Abdullah Zeytun, têkildarî greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 49 roj in didome nirxandin kir. Zeytun, anî ziman ku erka dewletê ya sereke û bingehîn ewe ku sedemên ku girtî li dijî wê têkevin grevê pêş nexe ye. Zeytûn wiha got: "Divê rayedar li gorî zagon, hiquq û mafên mirovan mafê wan bidin wan. Bêyî ku li nasname û cezayê wan binere divê her kesî wekî hev bigire. Divê li ser esasê maf nêzî wan bibe. Ji bo hemû mirovan maf û azadî divê li gorî pîvanên gerdûnî bê destgirtin."    Zeytun, bal kişand ser peymanên navneteweyî ku Tirkiye jî îmze kiriye û wiha axivî: "Girtiyên ketine greva birçîbûnê ji bo raman û daxwazên xwe bînin ziman e. Dema mirov li sedema çalakiyê dinere, dibîne ku dixwazin girtiyên li Îmraliyê dimînin bi malbat û parêzeran re mafê hevdîtinê bi dest bixin. Dîsa mafê ragihandin û mafê zagonî bi dest bixin. Mafê wan ê zagonî bê mîsogerkirin. Li gorî dewleta demokrasî û hiqûqê divê hurmetê nîşanî ijyana mirovan bidin. Dîsa divê jiyana mirovan biparêzin. Dadgeha Destûra bingehîn der barê mafê ragihandin û agahîstendinê ya Veysî Aktaş ê li Girtîgeha Îmraliyê dimîne de berfirehî vegotiye. Erka dewletê ya sereke ewe ku hurmetê nîşanî mafên mirovan û serdestiya hiqûqê bide."    MA / Eylem Akdag