Gardiyanan êrîş bir ser girtiyên di greva birçîbûnê de 2021-01-14 09:06:58 EDENE - Li Girtîgeha Turkoglûyê gardiyanan êrîş bir ser girtiyên di greva birçîbûnê de. Baran Gul ku di êrîşê de milê wî ji cih derket got: "Platînên di dest û pêyên hevalekî me de şikiyan."  Li Girtîgeha Turkoglû ya Mereşê ya Jimare 1 a Tîpa L'yê girtî Baran Gul telefonî malbata xwe kir û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandin. Gul, ragihand ku gardiyanan avêtiye ser qawîşên girtiyên ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de di greva birçîbûnê de ne û êrîş birine ser hevalên wan.    'PLATÎNÊN WÎ ŞIKIYAN'    Gul, diyar kir ku tevî wî 4 girtî di greva birçîbûnê de ne û got: "Gardiyanên ku hatin qawîşa C-5'an, bi awayekî hovane êrîş anîn ser me. Milê min ji cih derket. Canê hevalên me yên din tahl bûne. Platînên di mil û pêyên hevalekî me de şikiyan. Li me xistin, gef li me xwarin."    Mahsûn Gul, birayê Baran Gul, serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Edeneyê da û anî ziman ku birayê wî dê bi rêya parêzerê xwe giliyê gardiyanan bike. Bira Gul got: "Em tam nizanin rewşa wî çi ye. Em nizanin ka wî birine cem bijîşk an na. Lê em bi vê dizanin ku tu elewhiya wî tune ye. Daxwaza me; hege rbirîndar bin bên tedawîkirin û heger daxwazên wan hebin bên qebûlkirin. Em dixwazin ev muameleyên xirab bi dawî bibin."    Me telefonî girtîgehê kir, lê belê bersiv nehat dayîn.