'An ez ê dengê xwe ragihînim an jî ez ê bimirim' 2021-01-14 09:06:52 EDENE - Metîn Kiliç ku ji bo sewqî Mêrdînê bê kirin di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku nexweşîna epîlepsiyê pê re heye û got: "Di vî 15 rojî de an ez ê dengê xwe ragihînim an jî ez ê bimirim."  Metîn Kiliç ku di Girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê ya Tîpa F'yê de ye, ji bo sewqî Mêrdînê bê kirin di 30'yê Kanûna 2020'î de dest bi greva birçîbûnê kiribû. Kiliç, nameyek ji Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Mêrdînê re şand û bal kişand ser rewşa xwe û sedemên çalakiya xwe.    '5 SAL IN MALBATA XWE NABÎNIM'    Kiliç, diyar kiriye ku 11 sal in girtiye û malbata wî li Mêrdînê ye û ji ber ku di navbera malbata wî malbateke din hisûmetek heye, malbata wî nikare ji Mêrdînê derkeve. Kiliç, di nameya xwe de diyar kiriye ku di vî 11 salî de tenê du caran keça xwe dîtiye û dêya wî jî 80 salî ye û astengdar e û bavê wî jî 85 salî û seqet e. Kiliç, aniye ziman ku ji ber vê 5 sal in malbata wî seredana wî nekriye. Her wiha Kiliç, di nameya xwe de destnîşan kiriye ku nexweşîna epîlepsiyê pê re heye û ji bo karibe bi awayekî ewle bi malbata xwe re hevdîtinê çêbike, gelek caran daxwazname ji Wezareta Dadê re şandine û xwestiye wî sewqî Girtîgeha Mêrdînê ya Tîpa E'yê yan jî Girtîgeha Midyadê ya Tîpa M'yê bê kirin, lê belê daxwaza wî hatiye redkirin.    DERMANAN QEBÛL NAKE    Kiliç, destnîşan kiriye hem ji ber mexdûriyeta ku ew pê re rû bi rû maye hem jî ji ber ya malbata wî dest bi greva birçîbûnê kiriye û gotiye: "Piştî vê ji xeynî rojiya mirinê tu rê namîne. Êdî hew dermanan jî qebûl dikim. An ez ê di vî 15 rojî de dengê xwe ragihînim, an jî ez ê bimirim."    MA / Hamdûllah Kesen