Esnaf xwe ji Keleha Enqereyê avêt 2021-01-14 08:02:08   ENQERE - Esnaf Gunay K. şevê din xwe ji Keleha Enqereyê avêt û bi giranî birîndar bû. Esnaf rakirin nexweşxaneyê.    Şevê din li Enqereyê Esnaf Gunay K. xwe ji Keleha Enqereyê avêt xwar û întîhar kir. Polîsan xwest esnaf Gunay îkna bike, lê esnaf xwe ji jora kelehê avêt xwar û bi giranî birîndar bû. Welatiyên li cihê bûyerê kom bûn, bi telefonan dîmen û wêne kişandin. Yekîneyên tenduristiyê ku hatin cihê bûyerê esnaf Gunay K. rakirin Nexweşxaneya Enqereyê. Rewşa Gunay giran e.