'Daxwazên girtiyan daxwazên me ne' 2021-01-13 14:51:34   ŞIRNEX - Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê derbarê grevên birçîbûnê de daxuyanî da û vê bangê kir: "Daxwazên girtiyan daxwazên me ne, divê demildest daxwazên wan werin qebûlkirin."    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Bajêr a Şirnexê derbarê çalakiyên greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafan ên li girtîgehan hatiye destpêkirin li ber avahiya xwe daxuyaniya da çapemeniyê. Malbatên girtiyan û rêveberên HDP'ê tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji hêla Hevserokê HDP'ê yê Şirnexê Sabahattîn Denîz ve hat xwendin.    'DIVÊ TAVILÊ DAXWAZ WERIN QEBÛLKIRIN'    Denîz diyar kir ku li girtîgehên herêmê mafên herî mirovane tên binpêkirin û wiha axivî: "Li dijî tecrîd û binpêkirina mafên mirovahiyê û li dijî pêkanînên antî demokratîk û operasyonên qirkirina siyasî hevalên me 48 roj in di greva birçîbûnê de ne. Ji bo ku pêşiya binpêkirina mafên mirovan bê girtin divê demildest bi girtiyan re hevdîtin pêk bînin û daxwazên girtiyan werin qebûlkirin."    'DAXWAZA GIRTIYAN DAXWAZA ME YE'    Denîz bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û wiha got: "Girtiyên nexweş bi hincetên vala nayên berdan. Hefteyek berê, Hadî Yalçin ê ku nexweşê penceşêrê, li girtîgeha Edirneyê de jiyana xwe ji dest da. Em dikarin bêjin ku hikumet qanûn û dadê dide aliyekî, di mijara girtiyên nexweş de bêwîjdan û bêexlaqî tevdigere."    Denîz di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: "Daxwazên girtiyan daxwazên me ne."