Koordînasyona Şopandina Girtîgehan a Mêrsînê hat damezrandin 2021-01-13 14:41:35   MÊRSÎN - Koordînasyona Şopandina Girtîgehan a Mêrsînê sazkirina xwe deklare kir û ragihand ku dê binpêkirinên mafan hemû bişopînin.    Koordînasyona Şopandina Girtîgehan a Mêrsînê damezrandina xwe bi civînek çapemeniyê deklare kir. Civîn li avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Mêrsînê pêk hat û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî yên endamên Koordînasyonê ne beşdarî civînê bûn. Endamê Desteya Rêveberiya Koordînasyonê Bedrî Kûran di civînê de axivî û destnîşan kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan di pêvajoya pandemiyê de zêde bûne û ew ê binpêkirinên mafan ên li girtîgeham hemû bişopînin û li ber binpêkirina mafan rabin.    Navên saziyên di Koordînasyonê de cih digirin û li Mêrsînê ne wiha ne: Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUHAD-DER), Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) Odeya Bijîşkan a Mêrsînê (MTO), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Dersimiyan, Tevgera Jinên Azad (TJA), Kolektîfa Hatiye Dîtin (Gorulmuştur), Komeleya Hewldana 78’an, Komeleya Piştevaniya Wernicke Korksakoffiyan û Girtiyên Berê.