Li Girtîgeha Karabukê 30 girtî bi koronayê ketin 2021-01-13 13:17:30   EDENE - Ahmet Bayna ê girtî ragihand ku di du mehên dawî de li Girtîgeha Karabukê nêzî 30 girtî bi koronayê ketine û îdareya girtîgehê têkildarî şewbê tu tevdîr negirtine.    Ahmet Bayna ê li Girtîgeha Karabukê ya Tîpa T tê ragirtin di hevdîtina heftane ya bi rêya telefonê de bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehê. Bayna anî ziman ku ji sala 2020’an ve ew jî di nav de nêzî 30 girtî bi koronayê ketine û testên wan pozîtîf derketine.    Bayna destnîşan kir ku îdareya girtîgehê têkildarî vîrûsa koronayê tu tevdîr negirtine û tedawiya girtiyên bi koronayê ketine nayê kirin û got: “Vîrûs li tevahiya girtîgehê belav bûye. Îdareya girtîgehê ji rêgezên mesafeya sosyal û paqijiyê re rêz nagire. Kelûpelên paqijiyê nadin me. Mercên tenduristiyê tune ne.”